Parêzeran ji bo dîtina Ocalan cara 765'an serî li serdozgeriyê dan 2018-11-20 14:48:57 STENBOL - Parêzerên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi armanca bi muwekilê xwe Ocalan re hevdîtin bikin cara 765’an serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.    Parêzerên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan Cengîz Yureklî, Mazlûm Dînç û Sînan Zîncîr, bi armanca muwekîlê xwe Ocalan ê li Girtîgeha Tipa F a Ewlehiya Bilind a Îmraliye ya Bûrsayê ziyaret bikin, serê sibê cara 765'an serî li Serdozgariya Komarê ya Bûrsayê dan.   Parêzerên Ocalan herî dawî di 27'e tirmeha 2011'an de bi Ocalan re hevditin kiribû. Ji wê demê heta niha 764 caran serlêdan kirin û serlêdanên wan bi sedema “muxalefeta hewayê heye" “Keşti xerabe ye", “Keştî di tamîrê de ye" “OHAL” û herî dawî bi sedema cezayê disiplîne heye serlêdan red kirin.