Dayika Asya Yuksel jiyana xwe ji dest da 2018-11-20 10:37:59   ÊLIH – Dayika Hevseroka Meclîsa Gel a Cizîrê Asya Yuksel, Emîne Urun li nexweşxaneya ku dihat dermankirin jiyana xwe ji dest da.    Dayika Hevseroka Meclîsa Gel a Cizîrê Asya Yuksel a di “qedexeya derketina kolanan” a li Cizîrê jiyana xwe ji dest da, Emîne Urun krîza dil derbas kir û wê rakirin nexweşxaneyek taybet a li Êlihê. Urun a li nexweşxaneyak Êlihê dihat dermankirin jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê Urun birin warê wê navçeya Qilebanê ya Şirnexê.    Cenazeyê Urun dê piştî wecîbeyên olî li Goristana Taxa Ozellî ya Qilebanê li kêleka keça wê Asya Yuksel û Necmettîn Urun ê di sala 1996’an de di pevçûnekê de jiyana xwe ji dest da bê veşartin.