Polîsan bi ser mala nivîskar Nezîr Çakan de girt 2018-11-20 10:28:46   AMED – Polîsan li navçeya Erxenî ya Amedê bi ser mala endamê PENa Kurd nivîskar Nezîr Çakan de girt û dest danîn ser hemû pirtûkên wî.    Li navçeya Erxenî ya Amedê polîsan serê sibê zû bi ser mala endamê PENa Kurd Nezîr Çakan de girt. Dema serdegirtina malê Çakan ne li mal bû. Polîsan lêgerîn li malê pêk anî û dest danîn ser hemû pirtûkên li malê. Sedemê hêceta serdegirtinê nehat zanîn.