Piştî operasyonê şer derket 2017-10-28 11:58:03 NAVENDA NÛÇEYAN - Li navçeya Licê bi beşdariya bi hezaran leşkerî operasyon hat destpêkirin, hat gotin li herêmê şer derketiye.  Li navçeya Licê ya Amedê duh êvarî saet di 20.00’an de tevgera helîkopteran hebû. Li gorî agahiyan gelek leşker bi helîkopteran gundikê Dewaxey a Xosorê bi cih kirin. Hat gotin ku îşev li vê derê şer derketiye.   Hat ragihandin ku dengê çekan li gundên der û dorê jî tê bihîstin. Li herêmê operasyon didome û li ser hemû gundan helîkopter digerin.