Dr. Yerlikaya: Bila Pêşnûma Torbe bi tevahî paşve bê kişandin 2018-11-20 10:24:33   AMED - Dr. Halîs Yerlîkaya, bal kişand ser pirsgirêkên di qada tenduristiyê û polîtîkaya Hikûmeta AKP'ê û xwest pêşnûma torbe ya tenduristiyê bi tevahî paşve bê kişandin. Yerlikaya, destnîşan kir ku hin xalên pêşnûmayê bi tevahi rê li pêş xebatên bijîşkan digirin.      Îktîdara AKP'ê di 30'ê Cotmehê de pêşnûmeqanûna der barê tenduristiyê de pêşkêşî meclîsê kir. Pêşmûna bi şiklê ku di xala 5'an de guhertin pêk bê di 15'ê Mijdarê de li meclîsê hnat erêkirin. Hekîman diyar kirin ku ev guhertin têr nake û bi erêkirinae pêşnûmeqanûnê dê rê li pêş hekîman bê girtin. Endamê Konseya Navendî yê Yekîtiya Tabîbên Tirk (TTB) Dr. Halis Yerlikaya, diyar kir ku bi vê pêşnûme-qanûnê nikarin rê li pêş tundiya di xizmeta tenduristiyê de bigirin û wiha got: "Devê ev pêşnûma ji nûve bê rastkirin. Divê berî her tiştî polîtîkayên di qada tenduristiyê de bên guhertin. Heta ku di polîtikayên tenduristiyê de guhertin çêne, di tundiyê de guhertin çênabin.  Yerlikaya, anî ziman ku wan di destpêkê de nizanibû ku naverok wisa ye û wiha got: "Ewil em wekî TTB'ê bi vê yekê kêfxweş bûn. Em wisa fikirîn ku pêşniyara TTB'ê raste rast qebûl kirine. Lê dema me 44 xalên di zagonên Torba de lêkolîn kir, zagonên ku qet em ne li hêviyê bûn derketin pêşberî me. Lê Xala 5’emîn a zagonê hekîman ji mafê wan û pîşeyê wan bêbar dihêle. Me ev yek qebûl nekir. Di encama tekoşîna me de hin guhertin çêbû. Lê Ev têr nake.  AKP bi vê guheritnê armanc dike ku bijîşkên bi KHK'ê hatin îxrackirin carek din nikaribin bixebitin. Bi vê guhertinê dixwazin ku bijîşk bedel bidin. Lê em ne mecbûrin ku bedel bidin. Armanc dikin ku piştî em 450 rojan rawestiyan ji nûve dest bi erka hekîmtiyê bikin. Li gorî peymana SGK'ê bijîşk dikarin di nexweşxaneyek taybet ku peymana wê bi SGK'ê re heye jî bixebitin. Lê bi vê guhertinê rê li pêş ve yekê jî dihat guhertin. Ne pêkan bû ku em vê yekê qebûl bikin.    Yerlikaya, destnîşan kir ku der barê derman û dermanfiroşiyê jî gelek guhertin heye û wiha bi dawî kir: "Di xala 24’an ku wekî xala tundiyê pêşkêş kirin de jî tu guhertin nehat kirin. Li dijî tundiyê tu gavên ku rê li pêş tundiyê bigirin tune ye. Daxwaza me ya sereke ewe ku ev torbeya zagonan bi tevahî paşve bêkişandin. Em dixwazin li gorî pêşniyara TTB'ê torbe ji nûve li ber çavan bê derbaskirin. Divê hemû pêşnûma û zagonên ku rê li pêş xebata bijîşkan digirin û bijîşkan ji kar dûr dixe asteng dike tev bên rakirin Em dixwazin mexdûriyeta KHK’yan bi dawî bibe. Yekîtiya Tabîbên Cîhanê jî Ev pêşnûma qanûn û xala 5’an weakî şermê dît. Niha em dibînin ku di qada tenduristiyê de bazar heye. Niha bi taybetî di milê ku mirov xwe bigînin derman de pirsgirêkek mezin dijîn. Ji ber vê yekê divê polîtîkayên tenduristiyê bên guhertin."