Waliyê Şirnexê û AKP'î, li dijî HDP'ê 'îtifaq' çêkirin! 2018-11-20 09:18:19 ŞIRNEX - Hat derpêşkirin ku li bajaroka Dêrgulê Waliyê Şirnexê û hin rêveberên AKP'î hevdîtin bi malbatên nêzî AKP'ê yên ji bo hilbijartina herêmî namzetên xwe diyar dikin re çêkirine û ji wan xwestine dengê xwe bidin namzetê ku ew ê diyar bikin.  AKP'a Şirnexê ji bo hilbijartinên herêmî bi dest bixin pêwendiyê bi hin malbatên nêzî hin partiyên din in re datîne. Yel ji evan deran jî bajaroka Dêrgulê ye. Di hilbijartina herêmî ya 2014'an de DBP li Dêrgulê ji sedî 45.5 deng girtibûn û şaredarî bi dest xistibû. Lê belê hat hînbûn ku AKP bi malbatên nêzî MHP û HUDA PAR'ê ne pêwendiyê datîne. Hejmara dengên li bajarokê nêzî 4 hezar û 500 deng in û di hilbijartina giştî ya dawî de HDP hezar û 647, AKP hezar û 91, MHP 161 û HUDA PAR jî 319 deng wergirtibûn. Her wiha li bajarokê pir hindik be jî çend dengên Îyî Partî Û Partiya Saadetê jî hene.    WALÎ Û AKP'Î JI BO NAMZETÊ XWE DOZA DENGAN KIRIN    Hat hînbûn ku AKP ji bo di hilbijartinê de HDP bi ser nekeve pêwendî bi hin malbatan re danîye. Hin çavkaniyên agahî dan me, ragihandin ku Waliyê Şirnexê Mehmet Aktaş û hin fermandar jî tev li hevdîtinê bûne. Çavkaniyên agahî dan, destnîşan kir ku Walî Aktaş û AKP'î ji malbatan re gotine "Em ê namzetekî tenê nîşan bidin. Namzetê me E.D. ye. Divê herkes dengê xwe bide wî."    HIN MALBATAN QEBÛL NEKIR    Hat diyarkirin ku hin malbatên nêzî AKP'ê yên tev li hevdîtinê bûne ev yek qebûl nekirine û gotine ew ê namzetê xwe diyar bikin. Hat wiha hat hînbûn ku malbatên nêzî HUDA PAR'ê jî gotine ew ê li gorî nêzîkatiya partiya xwe helwesta xwe diyar bikin.