Prz. Demirbag: Derbkirina li Girtîgeha Manisa bûye sîstematîk 2018-11-20 09:14:06 ÎZMÎR -  Parêzer Mazlûm Demîrbag ku li Girtîgeha Tîpa T a Manîsayê bi muwekîlên xwe re hevdîtin çêkir, destnîşan kir ku bûyerên derbkirinê veguherîne rewşeke sîstematîk û ji bo vê bang li Wezareta Dadê û hemû rayedaran kir.  Li Girtîgeha Tîpa T a Manîsayê zext û zoriyên li hemberî girtiyan zêde dibin. Li gorî agahiyên ku xizmên girtiyan dan, 13 girtiyên li qawîşa C-16'an ji ber şideta li wan hatiye kirin nikarin biaxivin û bimeşin. Girtiyan bi rêya malbatan ragihandin ku gardiyan ew birine cihên kamera lê tune bûne û ji wan re gotine "em dîsa yekî ji we bikujin? Wê kes jî pê nehese."   Parêzer Mazlûm Demîrbag ku li girtîgehê bi muwekîlên xwe Zahîr Aslan, Şemsettîn Erdem û girtiyê nexweş Ozgur Bektaşoglû re hevdîtin çêkir, binpêkirinên mafan ên li girtîgehê ragihandin.    ‘HER SIBEH TÊN DERBKIRIN'    Demîrbag, diyar kir ku 13 girtiyên siyasî yên li qawîşa C-16'an dimînin ji 5'ê Mijdarê ve her sibeh tên derbkirin û ji ber vê serê muwekîlê wî Zahîr Aslan şikiyaye. Demîrbag got: "Girtiyên li wir ji ber her sibeh jimariya li ser piyan qebûl nakin tênd erbkirin. Rêveberiya girtîgehê piştî serê Zahîr li dîwar dixe û dişikîne dibe nexweşxaneyê, lê mixabin ew şidet her sibeh dewam dike. Gardiyan her sibeh dikevin qawîşê û ji girtiyan re dibêjin 'hûn mecbûr in ji bo jimariyê rabin ser piyan.' Her wiha li qawîşa A-24'an jî ji meha Cotmehê ve jimariya li ser piyan li girtiyan tê ferzkirin û ji ber vê tên îşkencekirin. 4 gardiyan diekvin qawîşa A-24'an girtiyan bi zorê radikin ser piyan û wan derb dikin. Ozgur Bektaşoglû (43) yê ji sedî 52 berasteng e û Mehmet Tekînê tumor di serî de heye jî hene. Ji ber Bektaşoglû berasteng e, ji mecbûrî li ser maseyê xwarinê dixwe, lê ji ber îdareya girtîgehê sandalye birine mehek e Ozgur li ser piyan xwarinê dixwe. Girtiyan ev rewş ragihandine îdareyê, lê dîsa jî sandalye nedane. Li qawîşeke 4 kesî bi pêkanînên hucreyê re rû bi rû dimînin. Tu çalakiyeke girtiyan tune ye û nahêlin bi girtiyên din re hevdîtinê çêbikin."    Parêzer Demîrbag, diyar kir ku ji ber evan pêkanînan wî xwestiye hevdîtinê bi dozgerê girtîgehê û midûrê girtîgehê re çêbike, lê belê daxwaza wî nehatiye qebûlkirin.    Demîrbag, anî ziman ku girtiyan jî carekê hevdîtin bi dozgerê girtîgehê re çêkiriye, lê belê piştî vê hevdîtinê xwarina êvarî nedane girtiyan û girtî her roj bi pêkanînên sîstematîk re rû bi rû dimînin.    Demîrbag got: "Girtî li hemberî evan pêkanînan bertekan nîşan didin, lê belê bi hinceta her sibeh jimariya li ser piyan qebûl nakirin der barê wan de lêprisînên dîsîplînê tên destpêkirin. Ji ber evan lêpirsînan 3 meh cezayê hevdîtina bi malbatan re û hevdîtina bi rêya telefonê li wan tê birîn. Li herdu qawîşan heman polîtîka têns epandin. Her wiha îdareyê li cem qawîşa C-16 û A-24'an qawîşeke edliyan jî çêkiriye. Girtiyên edlî tim heqaretê li girtiyên siyasî dikin. Girtiyên edlî şûşeyên pet û qedehên cam davêjin qawîşên girtiyên siyasî. Gefan li wan dixwin û dibêjin 'ne ji ber îdareyê bûna, em yê ev dîar birûxandana û we li wir daliqandana û xwedî nedikir.'"    Demîrbag, diyar kir ku îdare bi zanebûnî tiştekî wisa dike. Demîrbag, anî ziman ku wexta wî hevdîtin bi muwekîlên xwe re çêdikir saet û nîvekê strana "Olurum Turkiyem" hatiye lêxistin.    WÊ GILÎ BIKE    Demîrbag, diyar kir ku der barê evan pêkanînan de wan xwestiye hevdîtinê bi îdareya girtîgehê re çêbikin lê belê daxwaza wan nehatiye bersivandin û loma ew ê di 21'ê Mijdarê de li ber Edliyeya Manîsayê daxuyaniyekê bidin. Demîrbag, ji bo evan pêkanînan bang li Wezareta Dadê û hemû rayedaran kir.