Parêzerê şahidê Girtîgeha Pozantiyê serî li Dadgeha Qanûna Bingehîn da 2018-11-20 09:13:24 STENBOL – Li yek ji şahidên skandala taciz û tecawizê ya li Girtîgeha Pozantliyê Mehmhet Salîh Filiz zêdetirî 17 sal ceza hatibû birîn. Dadgeha Bilind cezayê li Filîz hatibû birîn pesend kir. Parêzer jî ji ber bi cezayê hatiye birîn "mafê darizandineke adil" hatiye binpêkirin serî li Dadgeha Qanûna Bingehîn da.  Di sala 2012'an de li Girtîgeha Tîpa M a Zarokan a Pozantiyê bûyera taciz û tecawizê rû dabû. Yek ji şahidên vê skandlê Mehmet Salîh Filîz (23) ji ber li Mêrsînê tev li çalakiya şermezarkirina Komkujiya Pirsûsê bû, der barê wî de doz hat vekirin. Dadgeha Cezayê Giran a 2'yan a Mêrsînê 17 sal û meh û 15 roj cezayê girtîgehê û 160 hezar lîre cezayê pereyî li Filîz birî.    Filîz ê di 2015'an de hatibû berdan, tiştên li Pozantiyê qewimîbûn bi raya giştî re parve kiribû. Piştî Filîz qewimînên li Pozantiyê bi raya giştî re parvekiribûn polîsan gelek caran gef lê xwaribûn. Lê belê bi hinceta di xwepêşandanekê de cih girtiye doz lê hat kirin. Ji bo vê yekê jî wekî delîl tenê hat diyarkirin ku "gumanbar" e û kesên bi navê V.B. û O.O. der barê wî de îfade dane. Lê belêherdu şahidan li Dadgeha Cezayê Giran a 2'yan a Mêrsînê de diyar kiribûn ku bi îşkenceyê îfadeya wan hatiye girtin. Lê belê dîsa jî dadgehê di 18'ê Adara 2016'an de Filîz girt. Wexta Filîz dîsa hatibû girtin gotibû bi vî awayî "heyfa Pozantiyê distînin." Piştî 9 mehên li girtîgehê Filîz di 23'yê Cotmeha 2016'an de hatibû ebrdan.    CEZA HAT PESENDKIRIN    Di doza li Filîz hat kirin de, dadgehê di 28'ê Nîsana 2018'an de briyar da. Dadgehê bi îdiaya "propagandaya rêxistinê" 4 sal, bi îdiaya "astengkriina peywirê" 22 meh û 15 roj, bi îdiaya "bia wayekî çekdarî gefaxwarin" 2 sal û 6 meh, bi îdiaya "bê destûr peydakirina madeyên talûke" 5 sal cezayê girtîgehê û 160 hezar lîre cezayê pereyî û bi îdiaya "li ser navê rêxistinê sûcdarî" 3 sal û 9 meh cezayê hepsê li Filîz birî.    Filîz dîsa hat girtin û ew şandin Girtîgeha Tîpa L a Antalyayê. Dadgeha Îstinafê ya Antalyayê cezayê ku dadgeha herêmî birîbû pesend kir.    SERÎ LI DADGEHA QANÛNA BINGEHÎN DA    Piştî biryarê parêzer Nagehan Avçîl jî ji ber bi cezayê hatiye birîn "mafê darizandineke adil" hatiye binpêkirin û serî li Dadgeha Qanûna Bingehîn da.    MA / Yasin Kobulan