Xebata ewil a Yekîtiya Jinê ya Serbixwe 25'ê Mijdarê ye 2018-11-20 09:12:36 TEKIRDAG - Yekîtiya Jinê ya Serbixwe, ji bo tevkariyê li têkoşîna jinê bike û ji bo li gel jinên bi şidetê re rû bi rû mane cih bigire, li Çorlûyê hat avakirin. Xebata ewil a yekîtiyê wê 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna Li Hemberî Şideta Li Dijî Jinê ya Navnetewî piştevaniya ji bo jinan be.  Li navçeya Çorlû ya Tekirdgê jin hatin gel hev û ji bo tevkariyê li têkoşîna jinê bike û ji bo li gel jinên bi şidetê re rû bi rû mane cih bigire Yekîtiya Jinê ya Serbixwe ava kirin. Yekîtî di 18'ê Mijdarê de hat avakirin û wê 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna Li Hemberî Şideta Li Dijî Jinê ya Navnetewî dest bi xebatên xwe bike. Endama Desteya Rêvebir a Yekîtiya Jinê ya Serbixwe Gonul Dogan, anî ziman ku ji ber pêdivî bi rêxistinbûyîna jinê heye wan yekîtiyeke wisa ava kiriye.    Dogan got: "Li Tirkiyeyê û cîhanê tişta aşkere ew e, sedema hemû newekheviyan pergala kapîtalîst e. Ev yek bi xwe re dibe sedema newekehviya zayendî. Bi vê newekehviyê re li hemberî jinê taciz, tecawiz, şidet, nehesibandin, nefret her diçe zêde dibe. Mafên me sed sal berê bi dest xistin niha yeko yeko tên binpêkirin. Bi taybetî jî jinên kedkar li hemû qadên jiyanê bi vê yekê re rû bi rû dimînin. Jinên dixebitin di qda xebatê de heqedesteke wekhev nastînin. Fakrora ewil tazi û derxistina ji kar e. Zewicandina di temenekî biçûk de û gelek prisgirêkên bi vî rengî hene. Qanûn bi feraseta mêrî tên sepandin. Hêjayî gotinê ye bi vê yekê rê li ber şidet, taciz û etcawiza li hemberî jin û zarokan tê vekirin. Ji ber evan tiştan hemûyan me berê jî Platforma Jinê ya Çorlûyê ava kiribû û niha wekî pêkhateyeke vê platformê me dest bi xebateke bi vîr engî kir."    WÊ GELEK XEBATAN BIKIN    Dogan, anî ziman ku ew ê ewilî ji ceribînên xwe yên di warê têkoşîna mafên hiqûqî yên jinê de tev bigerin û dest bi xebatên perwerdehiyê bikin û got: "Tevî vê em ê di warê şidet, taciz û tecawiza li hemberî jin û zarokan xebatên bikin. Girseyîbûn bi xebatên girseyî pêkan e. Em ê di çarçoveya pirsgirêkan de kampanyayên îmzeyan, civînên agahdarîkirinê, anketan çêbikin, em ê fîlman nîşan bidin û xebatên şêwirmendiyê bikin. Her wiha wê xebatên ji bo çand û hunerê jî hebin. Ji niha ve me dest bi evan xebatan kiriye."    JI BO YEKÎTIYÊ BANG LI JINAN KIR    Dogan, anî ziman ku jin ji zûv de di qada têkoşînê de cih girtine û got: "Jin ji bo mafên dengdayînê, ji bo wexta xebatê ya 8 saetan, ji bo wekheviyê, heqdesteke wekhev li barîkatên Parîsê, di Şoreşa Cotmehê de, li Amerîkaya Latîn, li Afirîkayê tim di refê pêşî yê têkoşînê de cih digirtin û hîna jî cih digirin. Niha armanca me ew e, em ê mafên xwe yî hatine binpêkirin bi dest bixin û wan pêşxevitr bibin. Em bang li jinan dikin ku ber bi yekîtîyê ve werin. Em xebatkarên dildar ên Yekîtiya Jinê ya Serbixwe ji bo berfirehbûna piştevaniyê bang li hemû jinan dikin."    DI 25'Ê MIJDARÊ DE BER BI QADAN VE    Dogan, destnîşan kir ku xebatên wan ên ji bo 25'ê Mijdarê çend hefte berê dest pê kirine û got ew ê di 25'ê Mijdarê de saet di 14:00'an de li Qada Şaredariya Çorlûyê daxuyaniyekê bidin. Dogan ji bo 25'ê Mijdarê bang li hemû jinan kir ku ber bi qadan ve dakevin û hesab bipirsin.   MA / Necla Demir