Bîrlîk: Xaniyên li Şirnexê ji bo kê tên çêkirin? 2017-10-28 11:41:50   ŞIRNEX - Piştî hat gotin ku dê şirnexiyan li TOKÎ'yên Cizîrê bên bicihkirin, Wekîla HDP'ê ya Şirnexê Leyla Bîrlîk, bi pirsnûmeyekê ji Wezîrê Bajarvanî û Derûdorê Mehmet Ozhesekî pirsa 'Ev xanî ji bo kê tên avakirin" pirsî.    Di 14'ê Adara 2016'an de li Şirnexê qedexeya derketina derve hatibû îlankirin û 246 rojan li taxên Gazîpaşa, Yeşîlyurt, Îsmetpaşa, Dîcle, Cumhuriyet, Yenîmahalle û Bahçelîevlerê qedexeyê dewam kiribû û dewletê bajar bi erdê ve kiribû yek. Li cihê malên welatiyan ku dewletê rûxand, Îdareya Konutên Giştî (TOKÎ) dest bi xebata 6 hezar û 500 avahiyan kir û ev hêj dewam dike. Lê piştî hat gotin ku dê şirnexiyan li xaniyên Cizîrê bên bicihkirin, fikarên di vê der barê de jî zêde bûn. Wekîla Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Şirnexê Leyla Bîrlîk mijar bir Meclisa Tirkiyeyê.   Ji bo Wezîrê Bajarvanî û Derûdorê Mehmet Ozhesekî bibersivîne, Bîrlîk ev pirs kirin:   “* Ev xaniyên li navenda Şirnexê ji bo kê tên avakirin? Kargeh û malên welatiyên li Şirnexê hatin rûxandin, dê milkê welatiyan kê pêşwazî bike?   * Çend malbatên li navenda Şirnexê dê li xaniyên Cizîrê bên bicihkirin û ji bo vê form hatine îmzekirin?   * Ji bo xaniyên li ser erdê welatiyan bên avakirin, ji welatiyan destûr hatiye xwestin? Heke destûr hatibe girtin; beyî ku destûra xwediyê milk bê girtin, avakirina konutan ne li dijî hiqûqê ye?   * Dena ev xanî tên avakirin, gelo li gorî çand û avahîsaziya bajêr tên çêkirin?   * Welatiyên du sal e malên wan hatine rûxandin û ev welatiyên mê mal mane çima hêj mexdûryeta wan nehatiye derbaskirin? Çima ji gel re astengî hatiye derxistin ku welatî li ser erdê xwe malan ava bike?   * Welatiyên xwestin li ser erdê xwe ji xwe re avahiyan çêkin, bi hinceên wekî xetere û afetê destûr nehat dayîn; ev xaniyên ku li ser vî erdî hatine avakirin, di warê xetereyê de ne pirsgirêk e? Ev herêm ji bo xaniyên bi xeter e an na, gelo lêkolîna wê hatiye kirin?