Rojnameger Sedat Sûr hat girtin 2018-11-19 16:46:28   MÊRDÎN – Rojnameger Sedat Sûr bi boneya nûçeyek nelirêtiya qeyûmê Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê çekiribû, doz lê hat vekirin û 11 meh û 20 roj cezayê hepsê lê hat birîn. Sûr ji ber cezayê lê hat birîn îro hat girtin.    Rojnameger Sedat Sûr bi boneya di 2016’an de nûçeyek bi sernavê “Li şaredariya qeyûm tayîn hat kirin nelirêtiya ‘konferansa dîn’ a bi milyarî” çêkiribû û nelirêtiya qeyûmê Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê derxistibû holê doz lê hatibû vekirin. Di encama dozê de dadgehê 11 meh û 20 roj ceza li Sûr birî. Rojnameger Sûr ji ber ceza îro çû Girtîgeha Tîpa M a Midyadê û hat girtin. Bi boneya cezayê Sûr di bin salekê de ye divê bê tahliyekirin ancak ji bo ewraq bigîhîjin dê demek pêwîst di hepsê de bimîne.    ‘BEDELA ROJNAMEGERIYÊ EV E’    Sûr li ber hepsê axivî û diyar kir ku bedela xebata rojnamegeriyê cezakirin û girtîgeh e û got: “Li ku dibe bila bibe girtîgeh li dijî xwezaya mirov e. Ji ber vê yekê ez tiştê baş hîs nakim. Lê li vî welatî dema mirov rojnamegeriyê bike bedelê wê jî ev e. Rastiya welat ev e. Rastiya guherandinê ev e. Lê çi dibe bila bibe em bi hêz in.”