Gardiyanan gefa kuştinê li girtiyan xwar 2018-11-19 15:59:00   MANÎSA – Malbatên girtiyên li Girtîgeha Tîpa T a Manîsayê ku çûn hevdîtinê ragihandin ku gardiyanan gefên kuştinê li girtiyan dixwin.    Li qawîşa C-16 a Girtîgeha Tîpa T a Manîsayê 13 girtiyên siyasî dimînin. Malbat çûn bi zarokên xwe re hevdîtin pêk anîn. Malbatên girtiyê bi navê Celal Tekîn, Adem Bozkurt, Abdullah Ataş û Muhlîs Karan hevdîtin pêk anîn. Malbatan ragighand ku girtiyan ji wan re gotiye ji ber di 6’ê mijdarê de jimartina li ser piya qebûl nekirine, rastî êrîşên gardiyanan tên. Malbatan got ji 6’ê mijdarê ve zextên li ser girtiyan didome û jiyana wan di bin talûkeyê de ye. Malbatan got ji ber êrîşî ser û çavê zarokên wan reş û şîn bûne.