Çapemeniya kurd a li Sirgûniyê dest pê kir bû pêşengê çapemeniya azad 2017-10-28 11:03:55 AMED - Salek berê piştî OHAL hat îlankirin saziyên çapemeniya kurd bi KHK'ê ya hêjmar 675'an hatin girtin. Xwediyê Îmtiyazê yê Rojnameya Azadiya Welat Ramazan Olçen, diyar kir ku çapemeniya kurd ku di sala 1898’an de li Sirgûniyê dest pe kir, îro pêşengiya çapemeniya azad dike.  Hikûmeta AKP'ê piştî hewldana 15'ê Tîrmehê OHAL îlan kir. Bi îlana OHAL'an re KHK li ser KHK'ê derxist û bi KHK'yan sazî û dezgehên rêxistinên demokratîk girtin. Zêdeyî sed hezaran karmend îxarc kirin. Bi îlana OHAL'ê û KHK'yan çapemeniya kurd a azad jî para xwe ji KHK'ê girt. Bi hêjmarên 675 û 676 yên KHK'ê rojnameya Ozgur Gundem, Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê (DİHA), Ajansa Nûçeyan a Jin (JINHA) û rojnameya Azadiya Welat ku tekane rojnameya rojane bi kurdî weşanê dikin hatin girtin. Salek di ser girtina saziyên çapemeniya kurd re derbas bû. Zext û tundiya li ser çapemeniya kurd a zada berdewam dike. Lê çapemeniya azad ku di sala 1891'an de li sirgûniyê dest bi weşanê kir, kevneşopiya çapemeniya azad û pêşengiya çapemeniya azad berdewam dike.    OZGUR GUNDEM    Yek ji weşanên herî girîng ên kevneşopiya çapemeniya azad Rojnameya Ozgur Gundemê, bingeha xwe ji weşana destpêka salên 1990'an digire. Ozgur Gundem mîrateya xwe ji Rojnameya Ozgur Ulke girt û di 30'e Gulana1992'an dest pê kir. Rojnameya Ozgur Gundem ku xebatkarên wê rastî êrîşên JÎTEM, Kontrgerilla û Hizbul-kontra hatin bi dehan xebatkarên wê hatin qetilkirin. Di roja 7'emîn a Rojnameyê de Nûçegîhanê wê yê Amedê Hafız Akdemir hat qetil kirin. bi Giştî  30 nûçegîhanên wê hatin qetilkirin. Piştî OHAL hat îlankirin di nava 2 salan de 76 xebatkarên rojnameyê ji aliyê JİTEM û Hizbul-kontra ve hatin qetilkirin. 20 caran biryarên girtînê hat dayîn. Li Nûçegîhan û edîtoran bi giştî 147 sal cezayê girtîgehê hat xwestin. 21 milyar lira cezayê pereyan hat birin.    Rojnameya Ozgur Gundemê di 17'ê Nîsana 1994'an de hat girtin û di 28'ê Nîsana 1994'an de bi navê Ozgur Ulke  çapemeniya azad weşana xwe berdewam kir. Buroyên Rojnameyê di 4'ê Kanûna 1994'an de hatin bombekirin. Xebatkarê rojnameyê Ersin Yildiz di êrîşê de jiyana xwe ji dest da. 21 xebatkarên wê birîndar bûn. Piştî Ozgur Ulke hat girtin di 13'ê nîsana 1995'an de Yenî Politika dest bi weşanê kir. Di 16'ê Tebaxa 1995'an de bi sedema berdewama Ozgur Ulke ye hat girtin. Di 12'ê Kanûna 1996'an de Rojnameya Demokrasî dest bi weşanê kir. Di 3ê Gulana 1997'an de hat girtin. Piştre di 7'ê tîrmeha 1997'an de Ulkede Gündem dest bi weşanê kir. 57 nûçegîhan û 40 xebatkarên wê rastî gef u îşkenceyê hatin. DGM'ê bi giştî  278 doz lê vekirin. 302 rojan biryara girtnê da. DGM'ê di 23'ê Cotmeha 1998'an de girt. li şûna wê di 18'ê Nîsana 1999'an de  Rojnameya Ozgur Bakiş dest bi weşanê kir. 371 rojan weşan kir û 390 rojan rastî cezayê girtinê hat.    Buroya Navendî ya Rojnameya Ozgur Gündemê herî dawî bi biryara 8'emîn Dadgeha Sulh Ceza di 16'ê Tebaxa 2016’an de rastî serdegirtinê hat. Rojname di 29'ê 2016’ê de bi biryara KHK’ê hat girtin.    YEKANE ROJNAMEYA AZADIYA WELAT    Çapemeniya kurd piştî li sirgûniyê di sala 1898'an de li Misire dest bi weşanê kir, yekem car di sala 1992'an de bi Welatê Me û  Welat li Stenbolê dest bi weşanê kir. Rojnameya Azadiya Welat, piştre di 15'ê Tebaxa 2006'an de bi rojnameya rojane weşana xwe berdewam kir. Rojnameya Azadiya Welat ku bi silogna “Roj ji welat hiltê” dest bi weşanê kir, di heman demê de ji bo kurdan bû weki dibistana kurdî.  Kevneşopiya Rojname Azadiya Welat ku 9 caran hat girtin, piştî 24'ê Tîrmeha 2015'an malpera wê 7 caran hat sansurkirin. Herî dawî Midûrê Karên Nivîsan ê Rojnameya Azadiya Welat Rohat Aktaş û xebatkarê Rojnameyê Omer Baran di qedexeyên Navçeya Cizîrê de jiyana xwe ji dest dan. Xebatkarê Rojnameyê Îlyas Turkan jî di qedexeyên li Nisêbînê de jiyana xwe ji dest da.    DÎHA    Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê (DÎHA) di 4'ê Nîsana 2002'an de dest bi weşanê kir. Piştî weşana 14 salan di 29'ê Cotmeha 2016'an de bi KHK'e hat girtin. DİHA piştî şerê taybet ê 24'ê Tîrmeha 2015'an de dest pê kir, 48 caran hat sansurkirin. Bi dehan xebatkarên wê hatin girtin.    JINHA    Ajansa Nûçeyan a Jin ku di cîhanê de yekem ajansa jinan bû bi silogana "Û em dinivîsin, Bêyî fikara ku mêr dê bêjin çi em dinivîsin" di 8'ê Adara 2012'an de dest bi weşanê kirin. JINHA, bi armanca bibe dengê jina bindest, jina rastî tundiyê tê,  bi raman û çavê jinê li cîhanê binere û binivîse di sala 2012'an de dest bi weşanê kirin. JINHA, bû deng û awaza jinê û weşana xwe berdewam kir. JINHA jî bi hêjmara 675'an a KHK'e di 29'ê Cotmeha 2016'an de hat girtin. Editora JINHA Zehra Dogan hêj girtî ye.    'DÎHA KOMKUJIYA ROBOSKÊ BI CÎHANÊ RE PARVE KIR'    Midûra Karên Nivîsan a DÎHA'yê ya bi KHK'ê hat girtin Dîcle Muftuoglu, bal kişand ser operasyona bi navê "KCK"'ê ya di sala 2011'an de li dijî çapemeniya kurd pêş ket û wiha got: Pişti wê operasyonê di 24'ê Tîrmehê roja "Azadiya Çapemenia Cîhanê" zextên li ser çapemeniya kurd dîsa dest pê kir. Hikûmeta AKP'ê xwest çapemeniya ku dibe dengê muxalifan bêdeng bike. Muftuoglu, ani ziman ku ev politîka berdewama feraseta "Yekperest" e û wiha got: "Xwestin medya ku bi yek zimanî dinivîse û ji navendekê ve tê rêvebirin ava bikin." DÎHA komkujiya Roboskê ji cîhanê re ragihand. Medya Hawiz 13 saet şûnde Roboskê parve kir. Dîsa cenazeyê dayika Taybet a li Sîlopiyê 7 rojan li Erdê ma, kuştina Ceylan Onkol, Cemile Çagirga, Dîmenê DAIŞ û leşkerên TSK'ê yên li ser Sînorê Rojava ji aliyê DİHA ve hat parvekirin. Ev yek kirin sedema girtinê."  Muftuoglu, anî ziman ku nuçeyên DÎHA şopandin û parve kirin hikûmet bêzar kir û ji ber vê yekê DÎHA bû hedefa hikûmetê.    OLÇEN: RÊWÎTIYA LI SIRGUNIYÊ DEST PÊ KIR DIDOME'   Xwediyê Îmtiyazê yê Rojnameya Azadiya Welat û Edîtorê rojnameyê Ramazan Olçen jî diyar kir ku çapemeniya kurd ku di sala 1898’an de li Sirgûniyê dest pe kir, îro pêşengiya çapemeniya azad dike. Olçen, anî ziman ku çapemeniya azad ango çapemeniya kurdî bi rojnameya Kurdistanê li sirgûniyê li Kahîreya Misrê di sala 1898'an de dest bi rêwîtiya xwe dike û wiha got: "Ji wê demê ve her tim xwestiye ku gelê kurd ji rêveçûn, geşedan û bûyerên diqewime ji destê yekem agahdar bike, serwext bike û bike ku li dijî geşedanan xwedî pozîsyon bin. Tabî wê demê siltanê al-î osman Abdulhemît bi zikreşî û çavsorî êrîşî vê weşanê kir û nehîşt ku li Misrê jî were weşandin. Kurdistan ji Misrê ango ji sirgûniyê disa çû sirgûniyeke din Înglistanê."   Olçen, destnîşan kir ku dibe ku hin derdor bi rêzefîlmên ku bi sponsoriya hikumeta tirk tên çêkirin baş rejîma Abdulhemît nas nekin û wiha berdewam kir: "Abdulhemît bi zilm û zora xwe û bi tepeserkirina muxalefetê -ya demokratîk jî di nav de- li ser text ma. Ew jî ji bo qehîmkirina textê xwe tim êrîşî kurdan kir heta ji bo kurdan bi hev bide şerkirin alayiyên hemidiye ava kirin. Di demeke wiha de pêşengê çapemeniya kurdî Mîktad Mîthat Bedirxan bi zimanê kurd radibe rojnameyeke derdixe û wekî armanc jî deklare dike ku dixwaze kurdan hişyar bike. Ev dibe sedem ku Abdulhemît êrîş bibe ser jî. Wekî îro ku hikumeta tirk ekseriya çapemeniyê bi xwe ve girêdaye lê dîsa tehemûlê çend weşanên muxalîf nake."   Olçen, da zanîn ku di salên 1990'î de kurdan li Tirkiyeyê ango dîsa li sirgûniyê lê ne di bin banê komeleyan de bi awayeke 'modern' pêngava rojnamegeriyeke sekuler avêt û wiha lê zêde kir: "Stenbol bû navenda rojnamegeriya kurdî. Helbet hikumetên demê dîsa bi êrîş, binçavkirin, girtin, windakirin, qetilkirin û heta bi bombekirinê xwest dengê heqîqetê bibirin. Lê çapemeniya kurdî ya ku di wan rojên agirîn de bi tawîznedana ji rastiyan rûşta xwe îsbat kir êdî bi navê çapemeniya azad hat binakirin. Ew berxwedan îro jî rê û rêbazên li dijî hemû êrîşan berxwedanê nîşanî me dide. Wekî mînak; em ji wê demê hîn bûn ku heke weşaneke çapemeniya azad were girtin teqez dê weşaneke din a ku vê rol û ristê bîne cih dê rêwîtiyê bidomîne. Tabî ev pêvajo kir ku bi dehan rojname, ajans, televîzyon, tadyo, kovar vebibin û xebat tê de were meşandin."   Olçen, bibîr xist ku wekî xelekên vê kevneşopiyê li gel hemû êrîşan DÎHA, JINHA û Azadiya Welat tim bi dirûşma 'Ji rastiya tawîz nayê dayîn' û 'Rastî di tarîtiyê de namînin' li ber xwe da û li ser pêyan ma û wiha bi dawî kir: "Hikumeta tirk ferq kir ku bi cezakirin û astengkirinan dê serî pê re dernexe rabû di salvegera avakirina komara tirk de ango 29'ê cotmehê bi KHK'ê ev weşan girtin. Lê piştî salekê dema em li rewşê dinêrin.Bi girtinê çapemeniya azad bêdeng nebûye û rêwîtiya xwe bi weşanên cihêreng didomîne.   GULER: LI DIJÎ HIŞMENDIYA 'BERÊ JINÊ BIKUJE' DERKET    Nûçegîhana JINHA a bi KHK'ê hat girtin Nişmiye Guler jî anî ziman ku JINHA li diji hişmendiya "Berê jinê bikuje" derket rê û wiha got: "JINHA ji bo rojnamegerên jin bû pêvajoyek hîndekariyê. JINHA di vê pêvajoyê de gelek cerebeyên jiyanê bi dest xist û fêr bû. Di milê rojnamegeriya jin de zimanekî nû ava kir û fêr bû. Weki her demê di vê pêvajoyê de jî rastî dewleta hişmendiya mêr hat." Guler, anî ziman ku ji ber wan ji aliyê heqîqetê û rastiyê cihê xwe girtin hatin girtin û wiha  lê zêde kir. "Ji ber ku her dem her dem rastî nivîsand û rastiya jinê anî ziman bû hedef. Îktîrdar her dem dibêje "Berê jinê bikujin" Em li dijî vê hişmendiyê derketin rê. Me li dijî vê ferasetê weşan pêş xist. JINHA bi weşan û zimanê xwe li her qadê bû dengê jinê. Piştî JINHA hat girtin jî di çarçoveya rojnamegeriya jinê de Platforma Rojnamegeren Jin a Mezopotamya ava kir. Li vir jî li weşangerî û rojnamegeriya jinê xwedî derket. Rojnamegeriya jinê bi cerebeyên JINHA pêş ket û niha vê kevpeşopişê berdewam dike. Me feraseta rojnamegeriya wêrek ji berxwedana jinê ya li her qadê pêş dixe dewir girt û em wê belav dikin. Vê berxwedanê û dengê vê berxwedanê îktîdar tirsan. Piştî JINHA hat girtin jî rojnamegeriya jinê di qad û qanalên cuda de berdewam kir. "    MA / Ozgur Paksoy