Meclisa Jinan a HDP'ê meşiyan Girtîgeha Amedê 2018-11-19 12:25:52 AMED - Endamên Meclîsa Jinan a HDP'ê bi armanca piştgiriyê bidin çalakiya Hevseroka KCD'ê Leyla Guven ji avahiya HDP'ê ya Amedê meşiyan  Girtîgeha Tîpa E ya Amedê. Parlamenter dê li vir daxuyaniyê bidin.     Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlementera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven, ji bo dawî li tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bê di 7'ê Mijdarê de li Girtîgeha Tîpa E ya Amedê dest bi greva birçîbûnê kiriye û çalakiya xwe berdewam dike. Endamên Meclisa Jinan a HDP'ê ku di navde Parlamentera HDP'ê ya Sêrtê Meral Daniş Beştaş, Parlamentera HDP'ê ya Agiriyê Dîlan Dîrayet Taşdemîr, Parlamentera HDP'ê ya Mêrdînê Pero Dundar,  Parlamentera HDP'ê ya Êlihê Ayşe Acar Başaran, Parlamentera HDP'ê ya Rihayê Ayşe Surucu, Parlamentera HDP'e ya Amedê Saliha Aydenîz jî heye ji bo piştgiriyê bidin Hevseroka  Kongreya Civaka Demokratîk a  KCD'ê Leyla Guven ji avahiya HDP'ê ya Amedê meşiyan girtîgeha Tîpa E ya Amedê ku Leyla Guven lê girtî ye. Koma parlamenteran dê li ber Girtîgeha Tîpa E ya  Amedê daxuyaniyê bidin çapemeniyê.