Li Efrînê komên çekdar bi hev ketin û pevçûn dijwar bû 2018-11-19 11:24:55 EFRÎN – Li Efrînê di navbera Artêşa Netewî ku TSK wê destek dike û Koma Ehrar Şerqiyê ya ji endamên Eşîra Şeîtat pêk tê pevçûnên dijwar diqewime. Hat zanîn ku TSK bi bombebarana hewayî piştevaniya Artêşa Netewî dike.  Li Kantona Efrînê ya di bin kontrola komên Tirkiye wan destek dike de pevçûnên dijwar diqewimin. Di rojên dawî de şerê ganîmet û pay hildanê geştir bû. Herêma ji şerê navxweyî yê Sûriyeyê tesîr negirtibû ev herêm bû. Lê piştî operasyona Hêzên Çekdar ên Tirk (TSK) li Efrînê talan, dizî, şêlandin, revandina mirovan û înfaza mirovan dest pê kir.    Tirkiyeyê li ser li hevkirina bi Rûsyayê re komên ji herêma Guta, Kalamun, Duma, Dera û Kuneytra hatin derxistin li Efrînê bicih kiribûn. Dixwazin demografiya vê herêmê biguherînin. Gelê Efrînê ji ber êrîşan neçar mabûn dev ji mal û milkên xwe berdin û terk bikin. Kesên li bajêr man jî her roj rastî zext û îşkenceya koman tên. Hin kes tên revandin, ji malbatên wan bertîl tê xwestin an jî wan dikujin.    JI BER PEVÇÛNAN ‘ARTÊŞA NETEWÎ’    Tirkiye dixwaze pozîsyona xwe ya li herêmê mayînde bike. Tirkiyeyê hemû komên selefi û radîkal anî ba hev û dixwest bi navê “Artêşa Netewî” rêxistinek ava bike. Ancak hin komên li Efrînê nexwestin di nav komê cih bigirin. Ji ber vê yekê her nakokiyên navbera wan zêde bûn.     NEXWESTIN BIKEVIN BIN KONTROLA TIRKIYEYÊ    Koma mezin ku nexwest di bin vê rêxistinê de cih bigire Eşîra Şeîtat e û ji Dêra Zorê heta Musilê dirêj dibe. Li gel vê eşîrê hin komên din jî her çiqas di bin sîwana Artêşa Netewî de kom bibûn jî lê acizin.    Herî dawî ev gengeşe û nakokiyên di navbera endamên Eşîra Şeîtat a di bin Koma Ehrar Şerqiye de kom bûn û Artêşa Netewî de pevçûnên dijwar dest pê kir. Li gorî agahiyên hatin bidesxistin ji duh ve li her devera bajêr pevçûnên dijwar diqewimin.    Ji ber pevçûnan TSK’ê duh li bajêr “qedexeya derketina kolanan” îlan kir. Hêj qedexe didome û li gorî dîmen û wêneyên ji bajêr tên gelek kesan jiyana xwe ji dest daye.    Tê diyarkirin ku TSK jî ji hewayî ve destekê dide Artêşa Netewî û li dijî endamên Eşîra Şeîtat bombeyên mîsket bi kar tîne. Dîmenên ji Efrînê jî tên viya pişt rast dike. Tê gotin welatiyên sivîl jî di nav pevçûnên diqewimin de dimînin.    MA / Nazim Daştan