Komek Kurdên li Îngilîstanê li dijî sansora twîtterê dest bi kampanya hashtagê dikin 2018-11-19 10:53:18   NAVENDA NÛÇEYAN - Komek Kurdên li Îngîlîstanê, helwesta medya civaki twîtterê ku li dijî hesabê bikarînerên kurd sansora pêk tîne îşev li ser hesabê medya civakî kampanya hashtagê didin destpêkirin.    Komek Kurdên li Îngîlîstanê bi armanca sansura li ser hesabê medya civakî yên kurdan bi dawî bibe kampanya didin destpêkirin.    Kom, bi sernavê "Ji sansora twîtterê ya li ser hesabên Kurd re bibêjin ÊDÎ BES E!" kampanya didin despêkirin. Komê di daxuyaniye de wiha got: "Ji sansora twitterê re ya li ser hesabên kurd tê meşandin re bibêjin ÊDÎ BES E!  Twîtter li ser daxwazên komên spamê tirk ên faşîst hesabên kurdan tên sansorkirin û girtin. Em jî li dijî van sansurên li ser hesabên kurdan li medya civakî de kampanya hashtagê didin destpêkirin.  Kampanya di 19'ê Mijdara 2018'an de li gorî saeta Amedê saet di 19.00'an de li gorî saeta Brukselê saet di 17.00'an de dest pê dike. Hûn jî tev li vê kampanyayê bibin. Hûn jî li dijî sansora twîtterê ya li dijî hesabê kurdan bêjin ÊDÎ BES E!"    Kampanya ku îşev bê destpêkirin dê bi kurdî, tirkî, erebî, almanî, firansî û îngîlîzî dê bê belavkirin.