Kujerê Musa Anter bû bernamzetê AKP’ê 2018-11-19 10:28:56   ŞIRNEX – Hamît Yildirim ê ku wek kujerê Musa Anter tê darizandin li Bajaroka Dêrgulê ya Şirnexê bû bernamzetê şaredariyê yê AKP’ê   Nivîskar û rojnamegerê Kurd Musa Anter (Apê Musa) di 20’ê Îlona 1992’an de li Seyrantepeya Amedê hat kuştin. Têkildarî kuştina Apê Musa doz hat vekirin. Hamîl Yildirim ê ku wek kujerê Anter tê darizandin li Bajaroka Dêrgulê ya Şirnexê ji bo serok şaredariyê bû bernamzetê AKP’ê. Hat zanîn ku Yildirim 3 roj berê ji bo namzetê serlêdana fermî kiriye. Yildirim di salên 1990’î de li herêmê cerdevaniyê dikir.    5 SAL ŞÛN VE HATIBÛ BERDAN    Endamê JÎTEMÊ Abdulkadîr Aygan di doza Anter de Yildirim wek kujer dabû nîşandan. Yildirim di 29’ê hezîrana 2012’an de hatibû binçavkirin û girtin. 5 sal di hepsê de ma û par di meha Hezîranê de hatibû berdan.    AYGAN: YILDIRIM, MUSA ANTER KUŞT    Aygan ê li xwe mikûr hatibû di hevpeyvînek xwe de der barê Hamît Yildirim de axivîbû û wî wek kujerê Musa Anter nîşan dabû û gotibû Yildirim, Musa Anter kuştiye.