Endamê Koma Aştiyê Turgut: Divê çalakî bibin bertekên civakî 2018-11-19 09:12:41 AMED - Çalakiya Hevseroka KCD'ê Leyla Guven a li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di roja 13'an de berdewam dike. Endamê Koma Aştî û Çareseriya Demokratîk Nurettin Turgut ku ji bo piştgiriyê bide Leyla Guven li Amedê ketiye greva birçîbûnê, xwest ku rê û rêbazên cuda yên çalakiyan pêş pêşxistin û ev çalakî vegerin bertekên civakî.  Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlementera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven, ji bo dawî li tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bê di 7'ê Mijdarê de li Girtîgeha Tîpa E ya Amedê dest bi greva birçîbûnê kir. Çalakiya Guven di roja 13'an de berdewam dike. Li derve jî siyasetmedar jî di nav de gelek welatî ji bo piştgiriyê bidin çalakiya Guvenê li Wan û Colemêrg ji bo 2 rojan dest bi greva birçîbûnê kirin. Li Amedê jî di navde Parlamenterên HDP'ê û endamê Koma Aştî û Çareseriya Demokratîk ku li ser banga Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di 19'ê Cotmeha 2009'an de hatin Tirkiye Nurettin Turgut jî heye 16 kes ketin greva birçîbûnê. Turgut ku piştî ji bo aştiyê hat Tirkiye û li ser lêpirsîna dozgeriyê hat girtin, piştî 7 salan girtî ma dîsa hat berdan. Endamê Koma Aştî û Çareseriya Demokratîk Turgut, di heman demê de Endamê Meclîsa Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ye.    'NÊZÎKATIYA LI DIJÎ OCALAN LI DIJÎ HEMÛ MUXALÎFAN E   Turgut, diyar kir ku gelên Rojhilata Navîn Ocalan wekî rêberê xwe qebûl dike û wiha got: "Ji ber ve yekê tecrîda li ser Ocalan li ser gelê Rojhilata Navîn u hemû hêzên muxalif e. Tecrîd li dijî gelê kurd êrîş û heqaret e. Yê ku tevgera siyasî ya gelê kurd araste dike bi hêz dike Birêz Ocalan e. Ji ber vê yekê her gavên li dijî Birêz Ocalan tên avêtin, li dijî gelê kurd tên avêtin. Dîsa helwesta li dijî Birêz Ocalan li dijî hêza muxalif e. Ev neheqî ye.    'ÇALAKIYÊN LI DIJÎ TECRİDÊ KÊM IN'   Turgut, destnîşan kir ku li dijî Ocalan 3 salin tecrida mutlaq tê meşandin û wiha berdewam kir: "Ji bo tecrîd bê rakirin di serî de tevgera azadiya kurd û hemû gelê kurd sist tev digerin. Hewldana wan têr nake. Ji bo tecrîd bê şikandin çalakî kêm in. Ji ber çalakiyên lawaz tecrid didomin. Di sala 1999’an de dema Birêz Ocalan teslîmî Tirkiye hat kirin, wê demê li 4 perçeyê Kurdistanê kurd rabûn ser piyan. Ger ku îro ev serhildan pêş nakeve Divê em ji xwe bipirsin. Bi rastî em ji hin tiştan dûr ketine? Divê tevgera azadiya kurd, welatparêzên Tirkiye, hêzên demokratîk û muxalif divê ji xwe bipirsin."    ‘PARADÎGMAYA OCALAN PROJEYA ÇARESERIYÊ YE'   Turgut, bal kiyand ser helwesta Modernîteya Kapitalist û wiha axivî: "Nûnerên Moderniteya Kapîtalîst ji fikr û paradigmaya Birêz Ocalan ditirse. Ev tecrîd berdewama komploya sala 1999’an e. Hêzên navneteweyî dixwazin tecrîda heyî berdewam bikin. Ji ber ku paradîgmaya Birêz Ocalan li dijî fikra modernîteya kapitalist e tecrîd dikin. Paradîgmaya Ocalan çareseriya kriza li Rojhilata Navîn e. Projeya demokratik û aştiyê ye. Ji ber ku pergalen hêzên serdest vê yekê dibînin êrîş dikin û Ocalan tecrîd dikin. Ger ku îro ew qas xwîn dirije. Tirkiye ev bitena serê xwe negirtiye. Hemû pergala kapîtalîst piştgiriyê dide Tirkiye. Ger ku îro çalakiya grevê tê destpêkirin ne tenê li dijî tecrîdê ye. Di heman demê de li dijî pergala kapîtalist û serdest e.    ‘DIVÊ HETA AZADIYÊ ÇALAKÎ BIDOMIN   Turgut, bal kişand ser bêdengiya civakê ya li dijî tecrîdê û wiha bi dawî kir: "Divê her kes ji bo vê bêdengiyê rexnedayînê bide. Divê her kes li rê u rêbazên cuda yên çalakiyan bifikirin. Divê hemû civak bertek nîşanî tecridê bide. Divê çalakî tenê bi grevê bi sînor nemînin. Divê heta Birêz Ocalan azad bibe çalakiyên cuda cuda bên lidarxistin û çalakiyên nû bên pêşxistin. Kengî dengê Birêz Ocalan hatiye qutkirin wê demê şer û alozî pêş ketiye. Ger ku îro li ser Kurdan şerekî mezin tê meşandin sedema wê tecrîda liser Birêz Ocalan e. Ewil Ocalan tecrîd dikin û piştre şer didin meşandin. Ji ber vê yekê divê berî her tiştî tecrîd bê rakirin û bigêje azadiya xwe. Ji bo vê yekê jî dievê kurd li her derê cureyên çalakiyan pêş bixin. Ger ku îro ev şer didome nîşan dide ku 100 salin feraset nehatiye guhertin. Xeta Îttihat Terakkî ku 100 sal berê li ser kurdan çi ferz kiribû hêj didome. Îro ev yek bi destê AKP, CHP û MHP'ê tê meşandin. Çereseriya vê yekê jî bi şikandina tecrîda li ser Birêz Ocalan pêkan e. Li ser banga Birêz Ocalan ez di sala 2009'an de hatim Tirkiye. 8 meh şûnde ez hatim girtin û 7 salan girti mam. Ev jî nîşan dide ku Dewleta Tirk nehatiye guhertin.    JI BO TECRÎD BÊ ŞIKANDRIN DIVÊ TEKOŞÎN PÊŞ BIKEVE   Turgut, dîsa dubare kir û destnîşan kir ku tecrîd bi têkoşînê tê şikandin u xwest hemû kurd û hêzên muxalif li paradigmaya Ocalan xwedî derkevin û ji bo rakirina tecrîdê tekoşînê û çalakiyan xurt bikin. Turgut xwest hemû kesên xwedî wîcdan, hemu kesên aştî û demokrasiyê dixwazin piştgiriyê bidin çalakiyên li dijî tecrîdê û xwest her kes tev li van çalakiyan bibin.