Li vê derê personel ji xwendekaran zêdetir in 2018-11-19 09:10:51 DERSÎM - Li navçeya Pîlemuriye ya Dersimê hêjmara personelên Dibistana Bilind a Pîşeyî ya Zanîngeha Munzûrê ji hêjmara xwendekaran zêdetir in. Ji ber ku ev yek bandora neyînî li ser perwerdehiya xwendekaran dikin armanc dikin ku beşa zanîngehê neqilî cihekî din bikin.  Li navçeya Pîlemûriyeya Dersimê, hêjmara personelên Dibistana Bilind a Pîşeyî ya Zanîngeha Munzûrê ji hêjmara xwendekaran zêdetir in. Ji ber ku ev yek bandora neyînî li ser perwerdehiya xwendekaran dikin armanc dikin ku beşa zanîngehê neqilî cihekî din bikin. Li Beşa Rêveberiya Buro û Rêveberên Asîstaniyê bi giştî 9 xwendekar hene. Di beşa ku 8 sal berê hat vekirin de ewil 35 xwendekar hebûn û niha tenê 9 xwendekar hene. Li vê meşa ku 9 xwendekarên wê hene 3 hîndekar û 11 personel dixebitin. Lêçûna beşê ya salane jî 500 hezar tl ye. Xwendekar ji bo beşa wan neqlî navenda kampusê bibe di nava hewldanan de ne. Her çend bi rêbaz û çalakiyên cuda daxwazên xwe bînin ziman jî tu encamê bi dest naxin. Xwendekar diyar dikin ku li vir şertên zivistanî pir zahmet e û dixwazin beşa wan sewqî navendê bê kirin.    Xwendekar Mehmet Zeki Yavuz, diyar kir ku 2 salin li Pîlerûriye dibistanê dixwîne û wiha got: "Di şertên asayî de divê saet di 08.00’an de ders dest pê bikin. Lê di şertên zivistanî de saet di 12.00’an de em dest bi dersan dikin. Şertên em li dersan bixebitin tune ye. Li Kampusê pirtûkxane jî tune ye. Li gorî rêziknameyê ger ku beşek di bin 10 xwendekaran de be, divê ew beş bê girtin."    MA / Semra Turan