Esnafên Colemêrgê ji ber krîzê hatin asta dikanan bigirin 2018-11-19 09:09:28 COLEMÊRG - Esnafên Colemêrgê, diyar kirin ku ji ber krîza aborî bandora neyîni li ser wan dike, nikarin deynê xwe bidin û hatin sinorê ku dikanên xwe bigirin.  Esnafên Colemêrgê bal kişandin ser krîza aboriyê û diyar kirin ku ji ber nikarin deynê xwe bidin bandorek neyînî li ser wan dike û hatine asta ku deriyê dikanên xwe bigirin. Esnafan, anîn ziman ku êdî krîn û firotin rawestiya ye û nikarin heqê fatoreyên xwe bidin. Esnafan, destnîşan kir ku ji ber her diçe deynê wan zêde dibe zerar dikin û vekirina dikanê li ser wan dibe barekî giran û ji ber vê yekê hatine sînorê deriyê dikanan bigirin.    EM SERDEMA HERÎ XERAB DIJÎN   Esnaf Metin Kaçmaz ku bi salan karê çapxaneyê dike diyar kir ku di 3 salên dawî de nikare kîraya xwe bide û serdema herî xerab dijîn. Kaçmaz, anî ziman ku ji ber nikare deynê xwe bide hatine asta ku kargeriyê bigire. Kaçmaz, anî ziman ku difikire ku deriyê dikanê bigire û wiha got: "Ez êdî nikarim heqê kîra, ceyran, înternetê bidim. Çerxa kar tevahî rawestiya ye."   'MIN KRÊDÎ KIŞAND LÊ NIKARIM BIDIM'   Kaçmaz, da zanîn ku bi taybetî di demsala havînê de vexwendnameyên dahwetan kartvizit û îlanan çap dikin û niha karê wan rawestiya ye û nikarin kar bikin. Kaçmaz, destnîşan kir ku piştî krîza aborî bi temamî karê wan rawestiya u êdî kar nakin. Yên kar li cem me dikin jî pereyên xwe nikarin bidin û em dikevin zerarê. Em nikarin deynê xwe bidin. Min kirêdî ji bankayan kişand. Lê niha nikarim bidim û niha hatim sinorê ku dikanê bigirim."    'EM HATIN ASTA KU NIKARIBIN PEREYÊ KARKERAN BIDIN'    Metin Keskin jî anî ziman ku 25 salan di sektora taybet de kar kir û rojname çap kirin û wiha got: "Ji bo ez heqê 4 xebatkarên xwe bidim, min dest ji qezenca xwe berda. 11 rojnameyen berê li bajar rojname çap dikirin, em bûn yek û me 2 rojname çap kirin. Lê dîsa li gorî daxwaza me pêk nehat. Niha bi awayekî fermî divê 4 kesan di rojnameyê de bidin xebitandin. 25 salan xebitîm û min prim razandin. Lê mixabin nikarim teqawît bibim.    ‘KÎLOYA ÇAYÊ JI 25 TL DERKET 65 TL YAN   Esnafê li çayxaneyê dixebite Metîn Ozkan jî anî ziman ku buhayê îskanek çayê li her derê 1 tl ye, lê ji bo welatî karibin çayê vexwin îskanê bi 50 kurişî difroşe û zerar dike. Ozkan, destnîşan kir ku krîzê bandorek pir neyînî li ser wan çêkiriye û wiha got: "Berê kîloya çayê bi 25 tl bû. Lê niha 65 tl ye. Berê 5 kilo şekir bi 15 tl bû. Niha bûye 23-24 tl. Fatoreya ceyranê berê 50-60 tl dihat, lê niha 195 tl dê. Ez êdî nikarim tiştekî bibim malê û qezencam min tune.    NIKARIM ÇEK Û SENETAN BIDIM   Esnafê PVC'ê Ramazan Erîk jî anî ziman ku îsal karê înşaetê nehat kirin û wiha got: "Malê ku ez çêdikim û difiroşim ez nikarim pereyê wan bistînim. Ji ber vê yekê nikarim heqê çek û senetan jî bidim. Malê berê min bi 20 tl dikirî ji sedî 70 zem bûye. Ji sedî 25'ê esnafan nikarin heqê çek û senetan bidin. Hêza esnafan nemaye."    MA / Hamza Gündüz