ROJEVA 19'Ê MIJDARA 2018'AN 2018-11-19 09:00:01 * Çalakiya Hevseroka KCD'ê Leyla Guven a li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di roja 12'an de berdewam dike. Endamê Koma Aştî û Çareseriya Demokratîk Nurettin Turgut ku ji bo piştgiriyê bide Leyla Guven li Amedê ketiye greva birçîbûnê, xwest ku rê û rêbazên cuda yên çalakiyan pêş pêşxistin û ev çalakî vegerin bertekên civakî.  * Esnafên Colemêrgê, diyar kirin ku ji ber krîza aborî bandora neyîni li ser wan dike, nikarin deynê xwe bidin û hatin sinorê ku dikanên xwe bigirin.    * Serokê Şaxa ÎHD’a Agiriyê Atîlla Ozbey, diyar kir ku li Girtîgeha Tîpa L a Panosê pêdiviyên bingehîn ên mirovan jî nayin bi cih anîn û got: “Divê dimildest ev binpêkirinên mirovan ji holê bên rakirin.”   * Cîgirê Hevserokê Giştî û Berpirsiyarê Têkiliyên Derve yê HDP'ê Hişyar Ozsoy, polîtikayen di navbera Tirkiye, DYA, welatên Ewropa û Sûriye de nirxand. Ozsoy, anî ziman ku DYA armanc dike ku hêzên li Sûriye bikişîne xeta PDK'ê û Tirkiye jî derfet bibîne dê êrîşi Kobanê û Qamişlo bike. Ozsoy, xwest li Şûna DYA sazumankarê PKK'ê dixe listeya xelatan, ji bo çareserî û muzakereyan rol bilîze.     Parlamenterên HDP'ê Remziye Tosun û Tulay Hatimogullari ku ji bo piştgiriyê bidin Hevseroka KCD'ê Leyla Guven, diyar kirin ku ew piştekê didin çalakiya Guven. Parlamenteran anîn ziman ku ji bo li Tirkiye aştî û demokrasî pêş bikeve pêwiste berî her tiştî tecrîd bi dawî bibe.   * Derûnînas Zekîye Şenol, bal kiyand ser tundiyali dijî jinê û diyar kir ku di nava tundiya li ser jinê de cihê tuniya zayendî pir zêde ye û wiha got: "Ruxmê li Tirkiye cihê tundiya zayendî zêde ye jî ev yek li ber çavan nayê girtin. Çavkaniya herî mezin a tundiya zayendî lêgerîna îktîdarê ye. Ji ber vê yekê jinên rastî tundiya zayendî tên divê wêrek tev bigerin.    * Li navçeya Pîlemuriye ya Dersimê hêjmara personelên Dibistana Bilind a Pîşeyî ya Zanîngeha Munzûrê ji hêjmara xwendekaran zêdetir in. Ji ber ku ev yek bandora neyînî li ser perwerdehiya xwendekaran dikin armanc dikin ku beşa zanîngehê neqilî cihekî din bikin.    Aysel Gezgîncî ya rastî êrîşa devkî ya DAIŞ'iyan tê, diyar kir ku tu eleqeya cil û bergan û tundiya li dijî jinê bi hev tune ye û wiha got. "Îro çawa ku jinek servekî li kolanê bigere ewlehiya wê tune ye, jinek sergirtî jî ewlehiya wê tune ye. Ji ber ku ez ebayê li xwe dikim rastî tundiya DAIŞ'ê têm. Ez dê di 25'ê mijdarê de ji bo daxwazên xwe ligel jinan di nava têkoşînê de cih bigirim.    * Endamê Komisyona Mafên Zarokan a Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê Ozgur Bariş, diyar kir ku ligel hikûmeta AKP'ê sala 2018'an wekî têkoşîna li dijî karkeriya zarokan îlan kiribû jî, dîsa di 5 mehên ewil ên 2018’an de 27 zarokan di cînayetên kar de jiyana xwe ji dest dan.    *Hamît Yildirim ê ku wek kujerê Musa Anter tê darizandin li Bajarokê Dêrgula Şirnexê bû bernamzetê şaredariyê yê AKP’ê.   * Berdevka Piştevaniya Mor Cemîle Baklaci, diyar kir ku ji destpêka Mijdarê heta niha bi jinan de di çalakî û bernameyên cur be cur de kom dibin û li ser tundiya li dijî jinê niqaşan dikin. Baklaci, anî ziman ku kolan bi kolan digerin û bang li jinan dikin ku tev li çalakiya 25'ê mijdarê bibin.    * Nivîskar Adil Başaran ji bo bîranîna gundê Xirarê ya navçeya Dêrikê ku di 1993’an de 9 kes hatin kuştin pirtûk nivîsand û navê “Li Xirarê Tofan Rabû" li pirtûka xwe kir. Başaran got mînakên gundê Xirarê îro jî didomin û xwestiye haya mirovan ji qewimandina li vî gundî çê bibe.    * Baroya Amedê bi armanca balê bikişîne ser rewşa îhlalên Girtîgeha Tîpa L a Banosê ya Agirî û Girtîgeha Tîpa E ya Zarokan a Amedê dê li avahiya Xizmetên Edlî ya Amedê civîna çapemeniyê pêk bînin. (11.30)