Hevserokê DBP'ê Arslan serdana çalakgeran kir 2018-11-18 17:00:00   AMED - Hevserokê Giştî yê DBP’ê Mehmet Arslan çalakgerên greva birçîbûnê yên li avahiya HDP'ê ya Amedê di çalakiyê de ne ziyaret kir. Arslan got: “Pêkutî û zilm sedema têkoşîna me ye. Gelê Kurd dê tu carî dev ji daxwazên xwe bernede.”   Çalakiya greva birçîbûnê ya Hevseroka KCD'ê Leyla Guven a di 7'ê Mijdarê de li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan daye destpêkirin di roja 11'an de berdewam dike. Piştgiriya ji bo çalakiya Leyla Guvne û li dijî tecrîdê jî li gelek bajaran didome. Li Wan, Amed, Gever, Riha û Edeneyê çalakiya greva birçîbûnê di roja duyemîn de didome. Li Amedê çalakiya ku 2 rojin li Salona Konferansê ya Vedat Aydin a HDP'a Amedê hatiye destpêkirin rastî eleqeyek mezin tê. Çalakiya ku Parlamentera HDP'ê Dêrsim Dag û Salîha Aydenîz jî di navde 16 kesan dest pê kiriye ji aliyê gel û nûnerên saziyên civakî û partiyên siyasî ve tê ziyaretkirin. Îro Hevserokê Giştî yê Partiya Heremen Demokratîk (DBP)  Mehmet Arslan ê duh hat berdan, tevî Desteya Rêvebir a Navendî û endamên Meclîsa Partiyê çalaker li salona konferansê ziyaret kir. Arslan çalakiyên ji bo greva birçîbûnê ya Leyla Guven silav kir û wiha got: “Di vê pêvajoyê de hewl tê dayîn nirxên gelê me, werin binpêkirin. AKP têkoşîna gelê me asteng dike û AKP hewl dide siyaseta demokratîk a Kurdan bi dawî bike. Ji ber zextan em ê dev ji têkoşîna xwe û daxwazên xwe yên civakî bernedin. Ev zext û zilm, dibe sedema têkoşîna me. Ew ê gelê Kurd tu carî dev ji daxwazên xwe bernede.”