Kurtulan: Di hilbijartina rêveberiyên herêmî de emê bersîva herî baş bidin qeyûman 2018-11-18 16:20:45   MÊRSÎN - Wekîla Serokê Koma HDP'ê Fatma Kurtulan, di kongreya HDP'ê ya Toroslar a Mêrsînê de diyar kir ku ew dê di hilbijartina rêveberiya herêmî de bersîva herî baş bidin qeyûman û li Mêrsînê ne tenê Şaredariya Akdenîzê, dê şaredariya Toroslarê jî bistînin.    Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Navçeya Toroslar a Mêrsînê, 2'emîn Kongreya Awarte ya Navçeya Toroslarê li Salona  Dahwetê ya Sarayê pêk anî. Di kongreyê de Wekîla Serokê Koma HDP'ê Fatma Kurtulan, Parlamenterê HDP'ê yê Mêrsînê Ridvan Turan, Nûnerên Partiya Ji Nûve Avakirina Sosyalist (SYKP), Partiya Şoreşgerên Yekbûyî, Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) û Komeleya 78’an û nûnerên gelek saziyên demokratîk amade bûn. Li salona kongreyê pankarta “Ji înadê re yekîtî, bijî azadî", "Em bi hêz in, bi biryar in û bi Vîn in" û “Li dijî darbeyan bi berxwedana cewherî ber bi azadiyê ve" vekirin. Kongreyê piştî hilbijartina dîwanê bi rêzgirtinê dest pê kir.    ‘HDP'YA BI HÊZ Û RÊXISTINÎ TÊ'   Parlamenterê HDP'ê yê Mêrsînê Ridvan Turan, diyar kir ku bi nêzîkbûna hilbijartinê re AKP hewl dide ku HDP’ê sûcdar bike û wekî rêxistina terorist bide nîşan û wiha got: "Ji ber ku bi çavê dijminantiyê li HDP'ê û gelê kurd dinerin wekî terorîst didin nîşan. Niha xebatên hilbijartinê dest pê kirine. AKP li her derê êrîşî partiya me û rêveberên me dike. Lê fêda tirsê tune. HDP xwe bi rêxistin û hêz dike û tê. Em dê şaredariyên xwe ji destê qeyûman bistînin û em de şaredariyên zêde bistînin. Niha qeyûman şaredarî di bin deynan de hiştine. Tirkiye di 40 salên dawî de krîza herî kûr dijî. Dema mirov dakeve sûkê û nava bazarê dê kurahiya krîzê bibînin. AKP'ê bi qanûna li meclîsê derbas kir, xwest fona bêkariyê talan bike. Armanc dike ku patron nekevin bin tesîra krîzê. Di 16 salan de 600 milyar dolar pere ketin vî welatî. Bi vî pereyî dikaribûn 4 caran Tirkiye ava bikirana. Lê zengîn bêtir zengîn û feqîr bêtir feqîr kirin. Bêyî ku fêdeya 600 milyar dolar bigêje aştî û demokrasiya vî welatî tev vala vala xerç kirin. Binerin Wezîr Suleyman Soylu bi xwe, 50 burokratên wî û 250 polis hatin ku komîsyonê dagir bikin.    KURTULAN: HEHÛ MUXALÎF DI BIN ZEXTAN DE NE   Wekîla Serokê Koma HDP'ê Fatma Kurtulan jî di kongreya HDP'ê ya Toroslarê de diyar kir ku ew dê di hilbijartina rêveberiya herêmî de bersîva herî baş bidin qeyûman û li Mêrsînê ne tenê Şaredariya Akdenîzê, dê şaredariya Toroslarê jî bistînin. Kurtulan, bal kişand ser girîngiya kongreyê û wiha got: "Di vê pêvajoya hilbijartinê de zextên li ser partî û rêveberên me gelek zêde bûne. Di serî de kurd li dijî hemû hêzên muxalîfan zextên dijwar hene. Zindan bi rojnameger, siyasetmedar, akademisyen, muxtar û hemû hêzên muxalif ku li dijî pergalê dengê xwe bilind kirin tije kirin. Em dê bi kongreyên xwe bi awayekî xurttir û bi rêxistinîtir bersîvê bidin vê pêvajoyê.    Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylu gefan li Wekîlê HDP’ê dixwe. Kesên zeytûnên Efrinê talan dikin û difiroşin, li aliyê din navê cih û warên wê diguherînin û dagirkeriya xwe îspat dikin. Ez dubare dibêjin. Hûn dagirker in."    'TECRÎD ŞER KÛR DIKE'   Kurtulan,  bal kişand ser tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û wiha berdewam kir: "Piştî tecrîdê şer dest pê kir. Mirov hatin kuştin. Em dibînin her roj darbest tên ber deriyê her malê. Ev me xemgin dike. Di pêvajoya çareseriyê de mirov nedigiriyan. Mirov nedihatin kuştin. Lê piştî AKP'ê berjewendiyên xwe esas girt, mase xera kir. Divê ev bê zanîn. Ji bo tecrîd bi dawî bibe diveê meclîs bi lez dîsa kom bibe. Binerin ji bo şer û tecrîdkirina Birêz Ocalan bi dawî bibe Birêz Leyla Gaven dest bi greva birçîbûnê kiriye. Em bejna xwe li ber biryara wê û çalakiya wê ditewînin. Ez wê silavdikim. Ji bo piştgiriya Leyla Guven li gelek cihan çalakî tên lidarxistin. Greva birçîbûnê dest pê kir. Ev çalakî dê mezin bibin û belav bibin."   ‘EM DÊ BERSÎHA HERÎ BAŞ BIDIN QEYÛMAN   Kurtulan, bal kişand ser hilbijartina rêveberiyên herêmî û wiha bi dawî kir: "Partiya me di şaredariyan de bû minak. Sedema ku qeyûm tayînî 95 şaredariyên me kir ne dizî û xwarin bû. Her kes vê yekê dizane. Serê me bilind8 e. Beriya qeyûm tayînî şaredariya Akdenîzê bikin tu deynê wê tune bû. Mufetîşên hatin lêkolîn kirin tu dizî û deyn nedîtin. Em dê şaredariyên xwe dîsa ji destê qeyûman bigirin. Em dê bersîvê bidin qeyûman. Em dê hem Şaredariya Akdenizê ji destê qeyûmên bistînin û hem jî şaredariya Toroslarê jî bistînin. Ez li vir 31 hevşaredarên me yên jin ên girtî silav dikim. Dawiya dawî dê li vî welatî pergala hevserokatiyê bibe fermî.    Piştî axaftinan û rapor hatin xwendin hilbijartin pêk hat. Di hilbijartinê de ji bo Hevserokatiya Rêxistina HDP'ê ya Toroslarê Cabbar Karabeg û Sebahat Guney hatin hilbijartin.