Jinên Amedî ji 25'ê Mijdarê re Amade ne: Em ê li dijî pargala mêr li qadan bin 2018-11-18 15:51:09   AMED - DAKP'yê bernameya xwe ya çalakiyên 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinê ya Cîhanê aşkera kir. Jin di bernameya roja yekşemê  bi meşa meşaleyî de wê bi rûhê xuşkatiyê, semîner, sînema û bi lîstikên şanoyê kom bibin.    Platforma Jinan a Dîlcle Amed (DAKP) bi minasebeta 25'ê Mijdarê Roja Têkolşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinê ya Cîhanê li ber AZC plazayê daxuyaniyek dan û bernameya xwe ya ku ew ê di navbera 19'ê Mijdar û 25'ê Mijdarê de li dar bixin aşkera kir. Daxuyaniya ku gelek jin tevli bûn li ser navê jinan ji aliyê Bahar Karakaş Ulug ve hat xwendin. Bahar diyar kir ku ew bi hêza ji  piştevaniya navneteweyî ya jinan û bi hêza ji cewherê xwe digirin bang dikin û wiha dest bi daxuyaniyê kir: "Em li dijî newekheviya zayendî ya civakî, mîlîtarîzmê, nijadperestiyê û baviksalariyê bi hev re bi rûhê xuşkatiyê û berxwedanê li dijî pergala mêr li ber xwe didin."    Di çarçoveya bernameya ku ew ê sînema û şano jî bê pêşandan de wê di 19'ê Mijdarê saet di 13.00'an de bi hev re li 4 navçeyên navendê bi semînera ku ew ê derbarê qanûna 6284'an a derbarê mafên jinan de bê dayîn bê destpêkirin û 25'ê Mijdarê saet di  18’00'de ji herêma Balikçilaran dest pê bike û heta kolana hunerê bi erbane û bi meşa meşaleyê wê bi dawî bibe.     'Di tevahiya Dîrokê de tundiya mêr, bi berxwedana jinê hat pêşwazîkirin'   Bahar diayr kir ku ew ji bo starta çalakiyên 25'ê mijdarê bidin kom bûne û got ku wê li dijî tundiyê bi yekitiya jinan û rêxistinbûna wan di 25'ê Mijdarê li qadan bin.  Bahar anî ziman ku jin di tevahiya dîrokê de, bi tundî, tunekirin û newekheviyê re rûbirû man û jinan jî her daîm li dijî vê tundiyê li ber xwe dane.     'Berxwedana jinê li hemû qadan e'   Bahar di berdewamiya axafitna xwe de got ku berxwedana jinê li hemû qadên ku tundiya mêr lê heye ye, ev berxwedan carna li dijî tundiya li nava malbata pîroz , carna di nav newekheviya cînî de û carna jî di nava siyasetê de li dijî mêr hatiye dayîn. Bahr anî ziman ku jin xwedî rêxistineke bi hêz in û ev tişt got: "Jinên ku li qadên teng berxwedana xwe berdewam kirin îro hêza xwe kirine yek û li qada navneteweyî bi rêxistineke xurt bi hev re têkoşîna xwe berdewam dikin."   Bahar di dawiya daxuyaniyê de bernameya çalakiyên di çarçoveya 25'ê mijdarê de jî wiha aşkera kir:    *19'ê Mijdarê  saet 13.00'de li 4 nevçeyên navenda bajêr li ser qanûna 6284 ji aliyê baroyê ve semîner wê bê dayîn.   *20'ê mijdarê saet 18.00''an de  fîlmê sînemayê wê bê nîşandan.    *21'Mijdarê saet18.00'an de  li Şaredariya Amedê ya Bajêr wê lîstika şanoyê ya bi navê KOZIK bê pêşandan.    *22'yê Mijdarê  saet 11.00'de li Postexwneya  Ofisê  wê ji jinên girtî re kart bên şandin.     *23'yê Mijdarê  saet di  navbera 14.00-18.00'an de wê li  Kolana Hunerê pêşangeha wêneyan bê lidarxistin.      *24'ê Mijdrê saet di12.00'de wê  ÎHD'de biçe serdana Dayikên Aştiyê.   *25'ê Mijdarê saet di 18.00'de ji herêma balikçilarê heta bi kolana hunerê wê jin bi kincên xwe yên kurdî heta Kolana hunerê li gel erbaneyê meşa bi meşale li dar bixin.    Daxuyanî bi dirûşmên "Jin jiyan azadî"  bi dawî bû.