DAIŞ'ê li Reqqayê Muzeyek wêrankirî li pey xwe hişt 2017-10-28 09:53:30 REQQA - DAIŞ piştî ket Reqqayê muzeyek wêrankirî li pey xwe hişt. Piştî QSD'ê Reqqa rizgar kir derket holê ku DAIŞ'ê Muzeya Reqqayê, bi hezaran parçeyên kevnar ên tê de hebûn wêran kiriye.  Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a Hewarê (ANHA), piştî QSD'ê Reqqa ji destê DAIŞ'ê rizgar kir, derket holê ku Muzeya kevin a Reqqayê ku dikeve navenda bajêr, DAIŞ’ê wêran kiriye û çûye. Avahiya Muzeyê di sala 1861'an di serdana Osmaniyan de hat avakirin. Avahî ji du qatan pêk tê. Odeyên wê mîna buroyên xebatkarên gerînendeya şûnwaran û muzeyên Reqqayê dihatin bikaranîn. Bi hezaran alavên kevnar û dîrokî lê dihatin parastin. Dema ku hêzên Artêşa Azad a Sûriye di sala 2013'an de bajêr dagir kirin, hemû alavên dîrokî û kevnar dizîn û muze talan kirin. DAIŞ'ê jî di sala 2014'an de ev dîzî  û talankirin berdewam kir. Hêzên QSD'ê berî mehekê Muze rizgar kirin.