‘Ji bo rakirina tecrîtê em ji her tiştî re amaden e’ 2018-11-18 09:52:04   COLEMÊRG/WAN – Siyasetmedarên bi armanca piştgirî dayîna çalakiya greva birçîbûnê ya Hevseroka KCD’ê Leyla Guven dayî dest pê kirin ên ji bo 2 rojan ketin greva birçîbûnê, diyar kirin ku ji bo rakirina tecrîtê, ji her tiştî re amadene.    Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlementera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven, ji bo dawî li tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bê di 7'ê Mijdarê de li Girtîgeha Tîpa E ya Amedê dest bi greva birçîbûnê kir. Li derve jî siyasetmedar jî di nav de gelek welatî ji bo piştgiriyê bidin çalakiya Guvenê li Wan û Colemêrg ji bo 2 rojan dest bi greva birçîbûnê kirin. Siyasetmedarên di çalakiya greva birçîbûnê de, diyar kirin ku pêkanîna tecrîtê li dijî hemû gelê Kurde û gotin: “Emê çalakiyên xwe mezintir bikin.”   ‘BEDELA WÊ ÇI DIBE BILA BIBE EMÊ TESLÎM NEBIN'   Parlamentera HDP’ê ya Şirnexê Nûran Îmîr, anî ziman ku ji sala 2011’an û vir ve tecrîd berdewam dike û wiha axivî: “Hêzên dixwazin Rojhilata Navîn ji nû ve dîzayîn bikin, Erdogan û rêveberiya wî ji bo xwe bi kar tînin. Ji ber vê yekê pêvajoya aştiyê ya hatibû destpêkirin, ji holê rakirin û mase qulipandin. Dûre hilbijêrên me girtin û vîna gel binpê kirin. Hezaran mirovên me kirin girtîgehan. Bi tecrîta li ser Birêz Ocalan jî xwestin hemû nirxên gelê Kurd tune bikin. Li dijî vê divê li her qadê têkoşîn bê kirin. Birêz Leyla Guven jî di vê çarçoveyê de xwest pêşengtî bike. Ji ber vê çalakiya wê pir bi nirxe. Bedela wê çi dibe bila bibe emê teslîm nebin û çongên xwe ne danîn erdê.”   ‘TECRÎT LI DIJÎ PERGAL NETEWEYA DEMOKRATÎKE’    Parlamenterê HDP’ê  yê Colemêrgê Saît Dede jî, anî ziman ku ev tecrît li dijî hemû gelên Rojhilata Navîne û wiha got: “Pêkanîna tecrîtê li dijî felsefeya Birêz Ocalane. Êdî li Rojhilata Navîn peymanên bi sedsalan mîada xwe tije kirine. Niha li Rojhilata Navîn polîtîkayên dabeş-parçe kirinê tên birêve birin. Şerê emperyalîsmê ya petrol û enerjî li ser Rojhilata Navîn heye. Welatên herêmê jî dixwazin li gorî vê hişmendiya xwe ya sedsalan berdewam bikin. Li dijî van her ku xetan Birêz Ocalan pergala Neteweya Demokratîk danî holê. Ji ber vê rastî tecrîta  herî girankirî tê. Di şexsê Ocalan de, dixwazin pergala Neteweya Demokratîk tecrît bikin. Leyla Guven jî li dijî vê tecrîtê pêngavek avêt. Em ê jî ji vir û şûnde bi çalakiyên xwe yên curbe cur li dijî vê tecrîtê derbikevin.”   ‘EM LI GEL GUVENIN’    Yavuz Adsiz ê di greva bîrçîbûnê de jî, da zanîn ku Leyla Guven parlamentera wane û wiha bilêv kir: “Emê bi can, rih û ramanên xwe piştgiriyê bidin Guven û emê tu carî tecrîdê qebûl nekin. Çiqas êrîş û zilm hebin jî emê dest ji têkoşîna xwe bernedin.”    ‘HEYA TECRÎT BI DAWÎ BIBE EMÊ ÇALAKIYA XWE BERDEWAM BIKIN’    Dayika Aştiyê Fatma Turan jî, dest nîşan kir ku ew heya dawiyê piştgiriyê didin çalakiya wekîla xwe û wiha axivî: “Heya tecrît bê bidawîkirin û wekîla me bê berdan emê çalakiyên xwe berdewam bikin. Em tiştekê ji Erdogan û vê dewletê naxwazin.  Em tenê edaletê dixwazin.”   Recep Aktaş jî, bal kişand ser tecrîtê û wiha got: “Îro hemû gelên Tirkiyeyê dibin tecrîtê dene. Bêhizûrî, zext û zilmek mezin heye li ser gelan. Sedama vê jî dewlet bixwe ye. Desthilatdariya heyî ji bo yekitî û bihevrebûna me naxebitin. Tenê dixwazin li ser pişta gelan xwe bidin jiyîn. Em hêvî dikin  ku ev çalakiya me bibe wesîleya aştî û demokrasiyê.”   Hevseroka HDP’ê ya Wanê yadîşen Karabulak jî diyar kir ku tecrît pêkanînek ji derveyî mirovahiyê ye û wiha got: “Bi armanca piştgirî dayîna Leyla Guven me dest bi greva birçîbûnê kir. Li vê derê em carek din dibêjin, emê tu carî tecrîta li ser Birêz Ocalan qebûl nekin. Dema Ocalan di tecrîtê debe, em jî di tecrîtê dene.”   ‘BI TECRÎDÊ GEL KER Û LAL KIRIN   Rêveberê HDP'ê yê Wanê Tayyip Sertkal, diyar kir ku çalakiya Guven a li dijî tecrîdê pir bi wate ye û wiha got: "Niha bi hezaran siyasetmedarên kurd li girtîgehê ne. Tecrîda li Îmraliyê tecrîda zilmê ye. Guven xwest li dijî vê zilmê dengê xwe bilind bike. Ev pir girîng e. Divê em piştgiriya xwe ji bo girtiyan nîşan bidin û nîşan bidin ku li cem girtiyan in. Dewletê siyasetmedar girtin û qeyûm tayînî şaredariyan kir. Wekîl girtin. Ev nayên qebûlkirin. Gelê wanê û gelê kurd vê yekê qebûl nakir.  AKP dixwaze gelê kurd bê nefes bihêle. Bi tecrdîrê gel ker û lal kirine. Ji ber vê yekê divê tecrida li ser Abdullah Ocalan  bi dawî bibe."    ‘BILA PAREZER BI OCALAN RE HEVDÎTIN BIKIN '   Hevseroka DBP'ê ya Wanê Aynur Tarhan, jî diyar kir ku tecrîdkirina Ocalan nayê qebûlkirin û wiha got: "Ev tecrîd naye qebûlkirin. Ji ber vê yekê divê tecrîd bi dawî bibe. Dive Birêz Ocalan bi parêzer û malbata xwe re karibe hevditin bike. Em piştgiriyê didin çalakiya Leyla Guven Daxwazên Leyla Guven daxwazên me ne."   ‘TECRÎD LI DIJÎ GELAN E'   Parlamenterê HDP'ê yê Wanê Murat Sarisaç jî anî ziman ku tecrîd li dijî mirovahiyê ye û wiha got: "Tecrîd li dijî xwezaya mirovahniyê ye. Tecrîd li dijî gelan pergala serdestiyê ye. Li dijî ked û mafê mirovan e. Divê mirov tecrîdkirina Birêz Ocalan hêsan negire dest. Tecrîdkirina Ocalan piralî ye. Tenê wekî binpêkirina mafan mirov nikare bigire dest. Pir armancê wê hene."    ‘TENÊ OCALAN DIKARE AŞTIYÊ PÊŞ BIXE'   Sarisaç, da zanîn ku tecrîdkirina Ocalan tecrîdkirina gelên Rojhilata Navîn e û tenê Ocalan dikare li Rojhilata Navîn aştî û demokrasiyê pêş bixe û wiha bi dawî kir: “Tecrîdkirina Birêz Abdullah Ocalan ne tenê tecrîdkirina kurdan e. Li dijî aştiya gelên Rojhilata navîn e. Tenê Birêz Ocalan dikare li Rojhilata Navîn aştiyê pêş bixe. Ji ber Birêz Ocalan aştiye pêş dixe hêzên serdest helwestek wisa nişan didin. Ger ku îro em li welatekî demokratîk jiyabûna, dê rewşa welatê me ne wisa bûya. Mixabin ji ber demokrasî tune em neçar dimînin ku bi rêbazên salên 82’an ên grava birçîbûnê dengê xwe bilind bikin. Bi rojiyên mirinê em dikarin li dijî vê tecrîdê bertek û nerazîbûnên xwe bînin ziman. Çalakiya Leyla Guven girîng e. Ji bo azadiya Birêz Abdullah Ocalan em piştgiriya çalakiya Leyla Guven."