‘Tecrîd dê bi têkoşînê rabe' 2018-11-18 09:18:26   AMED – Siyasetmedarên ji bo destekê bidin çalakiya greva birçîbûnê ya Hevseroka KCD'ê Leyla Guven ku ji bo dawî li tecrîda li Îmraliyê bê dest bi greva birçîbûnê kirin, diyar kirin ku hêviya gelên Rojhilata Navîn Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan e û gotin: "Divê tecrîd bi têkoşînê bi dawî bibe."    Komîsyona Rêxistinbûyînê ya Navendî ya HDP'ê, ji bo destekê bide çalakiya greva birçîbûnê ya Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlementera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guvenê ku ji bo dawî li tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bê li Girtîgeha Tîpa E ya Amedê dest bi greva birçîbûnê kir, li 5 bajaran ji bo 2 rojan çalakiya greva birçîbûnê da destpêkirin. Siyasetmedarên tev li çalakiya greva birçîbûnê bûn, ji bo dawîlêanîna tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bang kirin.    ‘GELÊ KURD TÊ TECRÎDKIRIN'    Hevserokê DBP'a Rezanê Mehmet Alî Alkan, diyar kir ku ji sala 1993'yan heta niha ji bo dawî li pêvajoya pevçûnî bê ew tev li çalakiyên greva birçîbûnê dibe û vê carê jî ji bo şermezarkirina tecrîdkirina Ocalan tev li çalakiya greva birçîbûnê bûye. Alkan got: "3 sal in hevdîtin bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtin çênabin û bi awayekî giran tê tecrîdkirin. Bi tecrîdkirina Birêz Ocalan gelê kurd bi tevahî tê tecrîdkirin."    'HÊVIYA GELAN E'    Alkan got: "Gelê kurd bi Birêz Ocalan bêhnê distîne û dijî. Ji roja hatiye girtin heta niha tê tecrdîkirin û di 3 salên dawî de jî di nav tecrîdê de tê tecrîdkirin. Wexta rêberê gelekî bê tecrîdkirin ew gelê bê tî û brçî ye. Ev tenê bi gelê kurd ne sînrodarkirî ye. Ger tecrîdkirina Ocalan dewam nekirina, wê îro li Rojhilata Navîn ev şer tune bûna. Birêz Ocalan hêviya gelan e. Gel dixwaze demildest dawî li vê tecrîdê bê."    Alkan, anî ziman ku wê tecrîd bi têkoşîna hevpar a gelê kurd bi dawî bibe û ev yek jî bi yekîtiya netewî pêkan e.    ‘RÊBERÊ ROJHILATA NAVÎN E'    Hatûn Aslan ku tev li çalakiya greva birçîbûnê bû, bal kişand bêhiqûqîtiya li Ocalan tê kirin û got: "Birêz Ocalan tenê ne rêberê gelê kurd, rêberê gelên Rojhilata Navîn e jî." Aslan, anî ziman ku ew destekê didin çalakiya Hevseroka KCD'ê Leyla Guvenê û got: "Êdî em ê qebûl nekin. Bi vê tecrîdê gelê kurd jî tê tecrîdkirin û her diçe kûrtir dibe."    ‘EM DEYNDARÊ OCALAN IN'    Hevserokê HDP'a Navçeya Rezanê Necmettîn Bûrakmak, destnîşan kir ku ew deyndarê Birêz Ocalan in. Bûrakmak, diyar kir ku çalakiya Leyla Guvenê di wesfaê rexne û xwerexnekirinê de ye û loma wan jî dest bi çalakiyeke bi vî rengî kiriye. Bûrakmak, anî ziman ku gelê kurd tecrîdkirina Ocalan qebûl nake û got: "Gelê me gelek caran daxuyand ku Birêz Ocalan vîna wan a siyasî ye. Birêz Ocalan ne mirovekî ji rêzê ye. Bi fikrên xwe û paradîgmaya xwe mohra xwe li Kurdistan û Rojhilata Navîn xist. Loma gelê kurd xwedî li greva birçîbûnê derket."    ‘DIVÊ EM LI DIJÎ TECRÎDÊ DERKEVIN'    Bûrakmak got: "Divê îro em bi dengekî hîn bilinditr li dijî tecrîdê derkevin. Pergala tecrîdê xizmeta aramî û aştiyê nake. Loma divê kesên Tirkiyeyê bi rê ve dibin, demildest dev ji polîtîkayên xwe yên tecrîdî berdin. Em ê tim û tim xwedî li Birêz Ocalan derkevin. Nêzîkatiye ber bi Birêz Ocalan ve nêzîkatiye ber bi gelê kurd e."    Bûrakmak bang li gelê kurd û gelên Tirkiyeyê kir û got: "Wê tecrîd bi têkoşînê bi dawî bibe. Heta dawî li vê tecrîdê neyê, wê gel bi ruhê 2012'an xwedî li Rêberê xwe derkeve. Em amade ne. Ev dewlet gelek caran berxwedan û têkoşîan gelê kurd pîva ye. Girêdana gelê kurd a ji bo Birêz Ocalan ji her wextê bêtir û zêdetir e. Em ê her li pêyî vê daxwaza xwe bin. Divê Tirkiye daxwaza me esas bigire."