'Em bibin dengê Guven û dawî li tecrîdê bînin' 2018-11-18 09:16:37   RIHA – Parlementera HDP'ê ya Amedê Semra Guzel, ji bo destekê bide greva birçîbûnê ya Hevseroka KCD'ê Leyla Guvenê dest bi greva birçîbûnê kir got: "Em bibin dengê Leyla Guvenê. Em dawî li tecrîdê bînin."    Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlementera HDP'ê ya Colemêrgê ji bo dawî li tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bê di 8'ê Mijdarê de dest bi greva birçîbûnê kir. Çalakiya greva birçîbûnê ya Guvenê didome. Kesên li Rihayê ji bo piştevaniya çalakiya Guvenê dest bi greva birçîbûnê kirin, diyar kirin ku heta daxwazên Guvenê pêk neyên wê çalakiya wan dewam bike.    'EM DAWÎ LI TECRÎDÊ BÎNIN'    Parlementera HDP'ê ya Amedê Semra Guzel ku ji bo piştevaniya 2 roj in dest bi greva birçîbûnê kiriye, bal kişand ser armanca Guvenê û got: "Birêz Abdullah Ocalan ji sala 2011'an ve nikare hevdîtinê bi parêzerên xwe re û ji sala 2016'an ve jî nikare bi malbata xwe re çêbike. Tecrîd îşkence ye. Îşkence jî sûc e. A rast bi vê tecrîdê gel hemû tên tecrîdkirin. Sûc e. Ji bo dawî li tecrîdê bê em bang dikin. Tecrîd sûc e, divê dawî li tecrîdê bê. Ger dixwazin rê li ber aştiyê bê vekirin, mifteya aştiyê li Îmraliyê ye. Îktîdar dizane rêya aştiyê di Îmraliyê re derbas dibe, lê ji ber aştiyê naxwaze tecrîd ike. Em bibin dengê Leyla Guvenê. Em dawî li tecrîdê bînin."    'WÊ KRÎZ BI OCALAN RE ÇARESEr BIBE'    hevserokê DBP'a Bajêr Bekir Karakeçîlî ku di greva birçîbûnê de ye jî bi bîr xist Leyla Guven şaredara Wêranşarê bû û got: "Hem li Rihayê hem jî li Colemêrgê xwedî temsîliyet e. Em wekî hevalên Guvenê yê xebatê destekê didin çalakiya wê. Mirovê bûbin malê civakê, biryarên wan jî mezin in. Guven, bilêv kiriye ku divê dawî li tecrîdkirina Birêz Abdullah Ocalan bê ku tekane noqteya çareserkirina krîza li Rojhilata Navîn e. Em vê biryarê esas digirin. Alternatîfa vê krîzê modelya Neteweya Demokratîk û Konfederalîzma Demokratîk a Birêz Ocalan e. Ji bo dawî li vê krîzê bê divê hevdîtin çêbibin."    JIN DESTEKÊ DIDIN ÇALAKIYÊ    Dayika Aştiyê û nûnera MEYA-DER'ê Hedlê Ogûr jî, destnîşan kir ku biryara Guvenê biryareke watedar e û loma di her serdemê de îktîdar wê hedef digire. Ogûr got: "Wexta şaredara Wêranşarê bû dîsa wê rihet nedihiştin. Bû parlementer dîsa wisa dikin. Bi vê jî diyar e hikûmeta Tirkiyeyê dijminahiya jinan dike. Loma dev ji Leyla Guvenê bernadin. Guvenê jî li hemberî evan pêkanînên wan ên şer û tecrîdê dest bi çalakiyê kir. Li Rihayê em jin destekê didin vê çalakiyê. Heta daxwazên Leyla Guvenê bi cih neyên û hevdîtin bi Ocalan re çênebin wê çalakî dewam bike."