Li Girtîgeha Kirikkaleyê girtî hatin derbkirin 2018-11-18 09:14:47   ENQERE – Hat diyarkirin ku li Girtîgeha Tîpa F a Kirikkaleyê girtî bi erdê ve hatine kişşandin û derbkirin. Betul Ozdemîr got: "Mafên girtiyan tê binpêkirin û dibe ji ber vê bimirin jî."    Betul Ozdemîr, ku li Girtîgeha Tîpa F a Kirikkaleyê bi hevjînê xwe Mehmet Ozdemîr re hevdîtin çêkir, anî ziman ku pirtûk, lênûsk, kovar û pênûsan nadin girtiyan û heftê tenê du saetan ava germ tê dayîn.    ‘YBI ERDÊ VE TÊN KIŞANDIN'    Ozdemîr, diyar kir ku hevjînê wê ragihandiye li girtîgehê binpêkirinên mafan û çewisandin zêde ne û got: "Wexta hevjînê min û girtiyên din dibin nexweşxaneyê, dixwazin bê kelemçe bên mauyenekirin. Lê bijîşk, cendirme û rêveberiya girtîgehê muayeneke bi kelmeçekirî li wan ferz dike. Wexta girtî vê yekê qebûl nakin bi erdê ve tên kişandin û wan dibin girtîgehê. Mafê tenduristiyê yê girtiyan tê xespkirin."    ‘TILIYÊN WÎ REŞ BIBÛN'    Ozdemîr, destnîşan kir ku hevjînê wê û girtiyên din hatine îşkencekirin û got: "Hevjînê min got, li wir girtî hemû hatin îşkencekirin. Tiliyên lingên hevjînê min reş bibûn. Şikiya ne an derizîne ne diyar e. Piştî wextekê wî dibin revîrê, bijîşk jî tirsiyaye û wî sewqî enxweşxaneyê kirine. Lê mixabin ji bo îşkenceya hatiye kirin diyar nebe, wê nebirine nexweşxaneyê. Qirika wan jidandine. Min şopa li ser qirika wî dît."    Berê jî ji ber muameleya xirab masûlkeyên hevînê min çiriya bûne û got: "Niha jî xwestine milê wî bişikînin. Li erdê bi pehînan lê xistine û xistine hucreyê. Ji ber doza mafên xwe dikin tên îşkencekirin. Ewlehiya wan tune ye, di vî warî de guman ji me re çêdibin."    BANGAWAZÎ   Ozdemîr got: "Bi awayekî zêde mafên wan tên binpêkirin û ji ber vê dibe ev mirov bimirin jî. Paşê ji bo em nebêjin 'xwezî', em ji niha ve bibin dengê wan."