Aydenîz: Ger çalakî li tevahiya civakê belav bibin wê dawî li tecrîdê bê 2018-11-18 09:12:10   AMED - Parlementera HDP'ê ya Amedê Salîha Aydenîz, ji bo destekê bide greva birçîbûnê ya Hevseroka KCD'ê Leyla Guvenê ji bo du rojan ket greva birçîbûnê, destnîşan kir ku ger çalakî li tevahiya civakê belav bibin wê dawî li tecrîdkirina Ocalan bê.    Li girtîgehê çalakiya greva birçîbûnê ya Leyla Guvenê didome. Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlementera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven, ji bo dawî li tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bê di 8'ê Mijdarê de li Girtîgeha Tîpa E ya Amedê dest bi greva birçîbûnê kir. Li derve jî siyasetmedar jî di nav de gelek welatî ji bo destekê bidin çalakiya Guvenê li Amed, Wan, Riha, Colemêrg, Edene û Rihayê ji bo 2 rojan dest bi greva birçîbûnê kirin. Li avahiya HDP'a Amedê jî 16 siyasetmedar tev li çalakiyê bûn. Parlementera HDP'ê ya Amedê Salîha Aydenîz ku tev li çalakiya greva birçîbûnê bû, greva birçîbûnê û tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan nirxand.    'DEWAMA KOMPLOYÊ YE'    Aydenîz, bal kişand ser pêkanînên li Rojhilata Navîn û destnîşan kir ku ji ber Ocalan ji bo gelên Rojhilata Navîn xwe bi xwe xwe bi rê ve bibin fikrên xwe diyar dike ji hêla hêzên navnetewî ve bi awayekî giran tê tecrîdkirin. Aydenîz, anî ziman ku firkên Ocalan ên der barê Rojhilata Navîn de hêzên navnetewî nerihet dike û tecrîda ku ji 1999'an ve dest pê kiriye berdewama komploya navnetewî ye.    'JI BER TECRÎDÊ ŞIDET ZÊDE BÛ'    Aydenîz, gotina Ocalan a di dema pêvajoya çareseriyê de ku gotibû "Ger hûn pirsgirêka kurd bi rêyên demokratîk çareser nekin wê mekanîka darbeyî têkeve dewrê" bi bîr xist û destnîşan kir ku AKP'ya dît nikare bi tena serê xwe bibe îktîdar maseya çareserkirinê qelaptiye û paşê dozaja pêkanînên xwe yên faşîzane zêde kiriye. Aydenîz, diyar kir ku bi tecrîdkirina Ocalan re, şideta li hemberî gelan jî zêde bûye. Aydenîz, bilêv kir ku tiliya Komîteya Rêgirtina Li Ber Îşkenceyê ya Ewropayê CPT) jî di tecrîdkirina Ocalan de heye û CPT û Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) xwedî li rêgezên xwe dernakevin. Aydenîz got: "Helwesta CPT û DMME'yê destekê dide pêkanînên îktîdara faşîst a AKP'ê."    'NE MIMKUN E'    Aydenîz, bal kişand ser çalakiya Leyla Guvenê ya ji bo dawî li tecrîdkirina Ocalan bê da destpêkirin û got: "Heta dawî li tecrîdkirina Ocalan neyê wê çewisandin, zilm û şideta li ser gelan bi dawî nebe. Heta dawî li tecrîdê neyê, ne mimkun e pirsgirêka kurd bi rêyên demokratîk bê çareserkirin û Tirkiye bibe welatekî demokratîk. Leyla Guven ji bo dawî li tecrîdê bê dest bi çalakiya greva birçîbûnê kir."    'DIVÊ LI TEVAHIYA CIVAKÊ BELAV BIBE'    Aydenîz bal kişand ser çalakiyên greva birçîbûnê yên li 5 bajaran hatin destpêkirin û got: "Daxwaz û tespîtên Leyla Guvenê daxwaz tespîtên me ne jî. Leyla Guven mafdar e û dengê me hemûyan e. Fikra me û rêya me û ya Guvenê heman tişt e." Aydenîz, diyar kir ku ji bo piştevaniya çalakiya Guvenê wan ji bo du rojan dest bi çalakiya greva birçîbûnê kiriye û wê di pêş de ev bi çalakiyên cuda dewam bike. Aydenîz, destnîşan kir ku ger çalakî li tevahiya civakê belav bibin wê dawî li tecrîdkirina Ocalan bê.