Qeyûm Şaredariya Êlihê di nav deynan de hiştiye 2018-11-18 09:04:28   ÊLIH – Deynê Şaredariya Êlihê ya qeyûm tayînî wê hat kirin, di du salan de ji 66 milyon lîreyî bû 131 milyon lîre. Di raporên Dîwana Muhasebatê de hat diyarkirin ku rêveberiya qeyûm derî mewzûatê tev geriyaye. Hevşaredarê Êlihê Ozdemîr ê qeyûm tayînî şûna wî hat kirin got: "Bi çêkirina fîskiyeyekê û bi danîna kulîlkan ne mimkun e ev qas deyn çêbibin."    Alîgirê Walî Şevket Aksoy wekî qeyûm tayînî Şaredariya Êlihê hatibû kirin. Piştî tayînkirina qeyûm gelek kes bi KHK'yan ji kar hatin derxistin û di 2 salan de şaredarî heta qirikê di nav deynan de ma. Li gorî Rapora Rêveberiya Deynan a 2018'an a Wezareta Xezîne û Darayî deynê Şaredariya Êlihê di Îlona 2016'an de 66 milyon bû, lê belê niha ev deyn 131 milyon lîre ye. Dîwana Muhasebatê (Sayiştay) şaredarî lêkolîn kiribû gelek nelirêtî tespît kiribûn.    Hevşaredarê Lihê Sabrî Ozdemîr yê qeyûm tayînî şûna wî hat kirin, ev yek nirxand. Ozdemîr, diyar kir ku wexta ew çûn ser şaredariyê deynê şaredariyê pir bû û got: "Me piraniya deynan da û li gorî plansaziya me wê heta hilbijartina herêmî ya 2019'an deyn bi temamî biqediyana. Lê niha dev ji qedandina deynan berde, şaredarî du qat zêdetir hatiye deyndarkirin."    'BI DANÎNA KULÎLKAN EV QAS DEYN NE MIMKUN E'    Ozdemîr, anî ziman tiştekî asasî ye ku deynên şaredariyan çêbibin, lê ne bi vê ecêbê. Ozdemîr got: "Ma ji bo gel xizmet kiriye? Li gorî tiştên em dibihîsin; tevî Bankeya Bajaran wezaretên dewletê 26 milyon lîre hîbe kiriye. Çi bû ji evan pereyan? Mixabin em nizanin. Di kontrolkirinên hin mufetîşan de hin kes bûn qurban. Ev pêkanîn karê vê ekîbê ne. Helbet wê rêveberiya nû ku gel wê hilbijêre wê hesabê vê yekê bipirse. Li Êlihê bi çêkirina fiskiyeyekê, li Kolana Amedê bi danîna kulîlkan ne mimkun e ev qas deyn çêbibin."    'NAYÊ QEBÛLKIRIN'    Ozdemîr gotinên Serokê Giştî yê AKP'ê û Serokomar Erdogan ku gotibû 'heke bivê em ê dîsa qeyûm tayîn bikin' bi bîr xistin û got: "Berî hilbijartinê em bi hilbijaşrtineke beriya hilbijartinê bûn namzet. Loma vîna gel esas tê girtin. Ev gotinên li dijî vîna gel nayên qebûlkirin. Wê gel careke din vîna xwe nîşan bide. Loma di hilbijartina herêmî de kî tê hilbijartin bila bê hilbijartin, divê rêzgirî hebe."    MA / Metin Yoksu