ROJEVA 18'Ê MIJDARA 2018'AN 2018-11-18 09:00:06   * Li Erdîşê berê hema bêje ji bo tevahiya bajêrên li derdorê kelem dihatin çandin, lê belê ji ber polîtîkayên îthalî yên hikûmeta AKP'ê her diçe ev yek kêmtir dibe. Firoşkar û hilberînerên li Bazara Keleman anîn ziman ku ger wisa dewam bike êdî ew ê keleman neçînin.    * Deynê Şaredariya Êlihê ya qeyûm tayînî wê hat kirin, di du salan de ji 66 milyon lîreyî bû 131 milyon lîre. Di raporên Dîwana Muhasebatê de hat diyarkirin ku rêveberiya qeyûm derî mewzûatê tev geriyaye. Hevşaredarê Êlihê Ozdemîr ê qeyûm tayînî şûna wî hat kirin got: "Bi çêkirina fîskiyeyekê û bi danîna kulîlkan ne mimkun e ev qas deyn çêbibin."    * Weşanxaneyên kurdî yên Pêşangeha Pirtûkan a Stenbolê bûn gotin çi dibe bila bibe ew ê dev ji zimanê xwe bernedin û tevî hemû sansurên tên kirin jî ew bi awayekî xwe digihînin xwînerên xwe.    *  Hevseroka KESK'ê Aysûn Gezen, destnîşan kir ku ji sedî 75'ê derameta budçeyê ji bacên kedkaran pêk tê û got: "Lê budçe tenê j bo kedkaran nayê bikaranîn."    * Parlementera HDP'ê ya Amedê Salîha Aydenîz, ji bo destekê bide greva birçîbûnê ya Hevseroka KCD'ê Leyla Guvenê ji bo du rojan ket greva birçîbûnê, destnîşan kir ku ger çalakî li tevahiya civakê belav bibin wê dawî li tecrîdkirina Ocalan bê.    * Hat diyarkirin ku li Girtîgeha Tîpa F a Kirikkaleyê girtî bi erdê ve hatine kişşandin û derbkirin. Betul Ozdemîr got: "Mafên girtiyan tê binpêkirin û dibe ji ber vê bimirin jî."    * Parlementera HDP'ê ya Amedê Semra Guzel, ji bo destekê bide greva birçîbûnê ya Hevseroka KCD'ê Leyla Guvenê dest bi greva birçîbûnê kir got: "Em bibin dengê Leyla Guvenê. Em dawî li tecrîdê bînin."    * Siyasetmedarên ji bo destekê bidin çalakiya greva birçîbûnê ya Hevseroka KCD'ê Leyla Guven ku ji bo dawî li tecrîda li Îmraliyê bê dest bi greva birçîbûnê kirin, diyar kirin ku hêviya gelên Rojhilata Navîn Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan e û gotin: "Divê tecrîd bi têkoşînê bi dawî bibe."    * Çalkiyên piştevaniya Hevseroka KCD'ê Leyla Guven a ji bo şermezarkirina tecrîta li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dest bi greva birçîbûnê ya bêdem kir, berdewam dikin.     * Platforma Jinan a Amed Dîcle, dê biboneya 25'ê Mijarê Roja Têkoşîna Navneteweyî ya li dijî Tundiya li ser Jinan, li ber Plaza AZC a Ofîsa Yenîşehîra Amedê daxuyanî bide çapemeniyê. (12.30)    * Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezaî Temellî, dê beşdarî 2'yemîn Kongreya Asayî ya Rêxistina Bajarê Bûrsa ya partiya xwe bibe. (13.30)