ÎSÎG: Karkera tekstîlê di cînayeta kar de jiyana xwe ji dest da 2018-11-18 08:22:15   ÎZMÎR - Meclisa Ewlehiya Kar û Tenduristiya Karkeran (ÎSÎGM), diyar kir ku karkera tekstilê ya 22 salî Esra ku di 19'ê cotmehê de birîndar bûbû jiyana xwe ji dest da.    Meclîsa ÎSÎG'ê li ser hesabê twîtterê agahî parve kir û diyar kir ku karkera tekstîlê Esra Yilmaz a 22 salî, di cînayeta kar de jiyana xwe ji dest da. ÎSÎGM'ê da zanîn ku di 19'ê Cotmehê de li Navçeya Bergama ya Îzmirê dîwarê kargeriya tekstîlê hilweşiya û di bûyerê de karker Hulya Duraç û Necla Davulcu jiyana xwe ji dest dabû. Esra Yilmaz jî birîndar bûbû. Esra ya di beşa lênerîna zêde de dihat dermankirin piştî 29 rojan li ber xwe da jiyana xwe ji dest da.