Zeytun: Ji îktîdara heyî tu heviyên me tune ne 2018-11-17 15:53:40 AMED / ÊLIH – Xizmên windayan û parazvanên mafên mirovan di çalakiyên li Amed û Êlihê de aqûbeta xwişk û bira Ramazan û Hamide Şarli û Mehmet Emîn Aslan pirsîn. Serokê Şaxa ÎHD'ê ya Amedê Abdullah Zeytun, di çalakiyê de helwesta hikûmetê rexne kir û diyar kir ku êdî tu hevî û bendewariyên wan ji hikûmta heyî nemaye.  Şaxa Komeleya Mafên mirovan (ÎHD) ya Amedê û xizmên windayan bi dirûşmeya “Bila winda bên dîtin û kujer bên darizandin" di hefteya 510’an de çalakiya xwe li avahiya ÎHD'ê berdewam kirin. Di çalakiye de parlamenterê HDP'ê yê Amedê Selçuk Mizrakli, Serokê CHP'ê yê Amedê Mehmet Sayin, hevparên Platforma Şaxan a KESK'ê xizmên windaan û gelek kesên din amade bûn.    BOLÎTİKAYÊN BÊCEZAKIRINÊ DIDOMIN   Di çalakiyê de Serokê Şaxa ÎHD'ê ya Amedê Abdullah Zeytun, bal kişand ser polîtîkayên AKP'ê û wiha got: "Divê AKP bi heqîqetê re rû bi rû bimîne. Divê jiyana bi hevre bê rêstin. Lê di salên 90’an de bi rêk û pêk mirov ji aliyên kesên nediyar ve hatin kuştin û hêj kujerên wan nehatine dîtin. Hêj nehatine darizandin. Malbat bi binpêkirina mafên mirovan a giran re rû bi rû ne. Polîtîkayên bêceazkirinê berdewam dikin."     TU BENDEWARIYA ME YA ŞÊNBER TUNE YE   Zeytun, bal kişand ser astengiyên li pêş demokratîkbûna Tirkiye u wiha berdewam kir: "Tirkiye demek dirêj e di mafê demokratik û civakî de rastî dijhiqûqî û dijdemokratîkbûnê tê. Birêz Leyla Guven ji bo tecrîd û şerê heyî şermezar bike dest bi greva birçîbûnê kir. Duh wekîlên HDP'ê bi armanca piştgiriyê bidin Leyla Guven xwestin li ber avahiya HDP'ê ya Amedê daxuyaniyê bidin çapemeniyê. Lê walî bi awayekî keyfî çalakî asteng kir. Li dijî çalakiyên legal, li dijî akademîsyenan û çalakiyên demokratîk helwesda dijdemokratîk nîşan didin. Li dijî vê feraset û îktîdara heyî tu hevî u bendewariyên me tune ye.    LI BER ÇAVAN BIRIN   Endamê Komîsyona Windayan a Şaxa ÎHD'ê Hasan Yalçin, jî aqûbeta Ramazan û Hamîde Şarli yên li GunDe Ulusoy ê Navçeya Tetwana Bedlîsê di sala 1993'an de hat revandin xwend. Yalçin, diyar kir ku di 23'ê Kanûna 1993’an de bi fermana Fermandardê Qereqola Yelkenlî Durdun Ertugrul ve esker û tîmên taybet ên rûpoş, dema xwestin Hamide Şarli binçav bikin, birayê Şarli Ramazan Şarli jî xwest bi xwişka xwe re here li ber çavê hemû gundiyan binçavkirin û birin. " Yalçin, da zanîn ku piştî malbatê serî li DMME'ê da, DMME'ê Tirkiye mahkum kir.    Çalakî pişti rûniştina çend kêliyan bi dawi bû.    ASLAN 23 SALIN WINDA YE   Li Êlihê jî xizmên windayan û Şaxa ÎHD'ê ya Êlihê di hefteya 416'an de li avahiya şaxa ÎHD'ê ya Êlihê kom bûn. Xizmên windayan di çalakiyê de pankarta "Bila winda bên dîtin û kujer bên darizandin" li erdê raxistin û wêneyen windayan, Wêneyê Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî yê li Sûrê hat qetilkirin vekirin. Di çalakiya vê hefteyê de aqûbeta Mehmet Emin Aslan ê di sala 1995'an de hat windakirin pirsîn.  Hevserokê Şaxa ÎHD'ê yê Êlihê Devran Yildiz jî diyar kir ku Waliyê berê Ahmet Deniz çalakiya windayan qedexe kiribû û wiha got: “Ez hevî dikim ku Waliyê nû Hulusî Şahîn wekî waliyê berê dê van astengiyan dernexin.    Reveberê ÎHD'ê Zekî Tanguner jî çîroka windakirina Mehmet Emin Aslan xwend. Tanguner, diyar kir ku li gorî gotina dayika Aslan Makbule Aslan di 7'e Cotmeha 1995'an de Mehmet Emin Aslan li Kerborana Mêrdînê hatiye binçavkirin û piştre agahî jê nehatiye girtin.    Çalaki piştî rûniştina 5 deqîqeyan bi dawî bû.