DİSA-DER rêveberiya xwe nû hilbijart 2018-11-17 15:52:53 WAN - DÎSA-DER 1’yemîn Kongreya xwe li dar xist. Nivîskarên Kurd ên di kongreyê de axivîn, bal kişandin ser zext û polîtîkayên pişavtinê yên li ser zimanê Kurd û gotin: “Divê em xwedî zimanê Kurdî derbikevin.”  Komeleya Lêkolîna Çand û Huner a Ziman (DÎSA-DER) 1’emîn Kongreya xwe, li Salona Civîna Platformê ya Şaxa KESK’ê ya Wanê pêk anî. Pankartên “Zimanhezî Welatparezî ye” û “Şerma mezin ew e ku mirov zimane xwe nezane” bi salonê ve hatin kirin.  Endamên rêxistinên HDP’ê, DBP, KCD, Şaxa ÎHD’ê û gelek nivîskarên Kurd beşdarî kongreyê bûn.    XWEDÎ ZIMANÊ ZIKMAKÎ DERKETIN     Xwediyê Weşanxaneya Sîtav Qahîr Bateyî, piştî hilbijartina dîwanê axivî û wiha got: “Li hemberî gelê Kurd polîtîkayên pişavtinê yên mezin hebne. Girînge ku gelê Kurd dinava jiyanê de bi zimanê xwe bi axive. Em bang li hemû gel dikin ku xwedî zimanê xwe derbikevin.” Piştî Bateyî, nivîskar Îhsan Colemêrgî jî, da zanîn ku hemû Kurd xwedî wê erk û berpirsiyariyene ku xwedî zimanê xwe derbikevin û kes nikare ji vê berpirsiyartiyê bireve.    Piştî axaftinan Medîne Karaman û Naîm Ozden ji bo hevserokatiyê hatin hilbijartin û ji bo desteya rêvebir jî Evîn Aydin, Şukru Nas, Yilmaz Kumlî, Muzeyyen Turan, Tahsîn Tîmur, Kurdistan Işik, Kenan Şan, Ozlem Aydemîr, Siddik Abî, Dîlber Akin, Salîh Sertkal, Umut Demîr, Ferdî Eryaşar û Nevzat Hamzaogullari hatin hilbijartin.