Çalakiya ‘Rûniştina F’: Bila Hayatî Kaytan bê berdan 2018-11-17 15:15:03   STENBOL – Komîsyona Girtîgehê ya Şaxa ÎHD’ê ya Stenbolê di çalakiya vê hefteyê ya “Rûniştina F” de xwest girtiyê nexweş Hayatî Kaytan bê berdan.    Komîsyona Girtîgehê ya Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Stenbolê xwest di hefteya 347’emîn de çalakiya “Rûniştina F” li Qada Galatasaraê li dar bixe û balê bikişîne ser rewşa girtiyên nexweş. Ancak polîsan çalakî dîsa asteng kir. Li ser vê yekê çalakî li ber avahiya ÎHD’ê li dar xistin. Pankarta bi zimanê tirkî û îngîlîzî ya bi nivîsa “Girtiyên nexweş berdin” li şibakeya avahiya komeleyê hat daliqandin.    Komîsyonê di çalakiya vê hefteyê de bal kişand ser rewşa girtiyê nexweş Hayatî Kaytan. Endama ÎHD’ê Emîne Kuçukbumîn diyar kir ku dewlet her kesê muxalîf bi îdianameyên çêkirî di nav betona tîpên F de vedişêre û girtîgehên tîpê F hatine halê tunekirina kesan.    REWŞA KAYTAN GIRAN E    Kuçukbumîn têkildarî rewşa Kaytan van agahiyan parve kir: “Kaytan 15 sal e di hepsê de ye. Destê wî yê rastê asteng e. Ji ber cemidandina xwîne hemû tiliyên her du piyên wî hatine jêkirin. Di aliyê frontal a aliyê çepê ya mêjiyê wî de kîtle hatiye tespîtkirin. Di sala 2009’an de tê emeliyatkirin û ji mêjiyê wî ûr digirin. Sewqa nexweşxaneyan lê vediguhere îşkenceyê û di vê demê de fitiqa piştê lê peyda dibe. Her çiqas parêzerê wî serî li Saziya Tiba Edlî dide û dixwaze ku ji ber rewşa nexweşîna wî cezayê wî bê taloqkirin jî lê bê bersiv dimîne. Kaytan hêj li Girtîgeha Tîpa F a Boluyê tê ragirtin û di hucreya 3 kesî de ye. Girtiyên din li Kaytan dinêrin. ”    Kuçukbumîn di serî de ji Wezareta Dadê û hemû rayedaran xwest dawî li mumamelya kêfî bînin û got îşkencekirina Kaytan û hemû girtiyan nayê qebûlkirin. Kuçukbumîn xwest Kaytan û hemû girtî demildest bên berdan.