Parazvanên mafên mirovan xwest girtiyê nexweş Îkbal bê dermankirin 2018-11-17 14:59:00 EDENE - Parazvanên mafên mirovan bi daxuyaniyekê xwestin girtiya nexweş Akar Îkbal a li Girtîgeha Tîpa T a Osmaniyê girtî ye, bê dermankirin.  Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD'ê ya Edeneyê li Parka Îsmet Înonu ya Edeneyê bi armanca balê bikişînin ser rewşa girtiyên nexweş daxuyanî da çapemeniyê. Parazvanên mafên mirovan di çalakiyê de bal kişand ser girtiyê nexweş Akar Îkbal ê li Girtigeha Tîpa T a Osaniyeyê. Di çalakiyê de parlamenterên HDP'ê Remziye Tosun, Tulay Hatimogullari û Kemal Pekoz amade bûn. Komê di çalakiyê de pankarta “Bila girtiyê nexweş Akar Îkbal bê dermankirin" vekirin û dowîzên "Dermankirin heq e, nayê astengkirin", "Em li girtîgehan mirinan naxwazin" û "Girtiyê nexweş ne bi tenê ne" bilind kirin. Endamê ÎHD'ê ya Edeneyê Nejat Okay, bal kişand ser binpêkirina mafan û girtiyên nexweş. Okay, bal kişand ser rewşa girtiyê nexweş Îkbal ê li Osmaniyê û wiha got: "Îkbal 2 sal berê li Nisêbînê di qedexeya kolanan de bi perçeyê şerepnalê birîndar bû û piştre hat girtin. Pêwiste bê emeliyatkirin. Lê piştî hat girtin ji ber ku nehat emeliyatkirin milê wî seqet maye. Li gori gotinê wî dema birine nexweşxaneyê jî di beşa hucreyê de girtine û beyî wî derman bikin disa paşve vegerandine. Her dem rastî neheqiyan maye û tenê bi hebê êşbirê eşa wî sekinandine. Dema derman kirine ji pêre niqaş kirine û heqaret lê kirine. Em dixwazin Îkbal debek beriya demekê bê dermankirin. Ger ku tiştek pê bê berpirsiyarî ya dewletê ye.    Parlamentera HDP'ê ya Amedê Remziye Tosun jî bal kişand ser Hevseroka KCD'ê Leyla Guven ku li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dest bi çalakiya grevê kiriye û got: “Daxwaza Leyla Guven daxwaza me ye. Heta ku tecrîd bi dawî bibe têkoşîna me jî dê bidome."    Çalakî piştî rûniştina çend kêliyan bi dawî bû.