‘Heya tecrît bê rakirin emê çalakiya xwe bidomînin’ 2018-11-17 14:58:07   WAN - Kesên bi armanca piştgirî dayîna çalakiya greva birçîbûnê ya parlementera HDP’ê Leyla Guvem dest bi greva birçîbûnê ya 2 rojan kirin, anîn ziman ku heya daxwazên Guven neyên bi cih anîn, ew ê çalakiya xwe berdewam bikin.    Parlementera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Gûven ji bo ku balê bikişîne ser tecrîta li ser Rêberê PKK`ê Abdullah Ocalan di 7'ê Mijdarê de dest bi greva birçîbûnê ya bêdem kir, di roja 11`emîn de berdewam dike. Li Wanê bi armanca piştgirî dayîna çalakiya Guven, welatiyên dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirin, xwestin ku daxwazê Guvenên bên qebûlkirin.    'EV GREVA RAPERÎNÊ YE'   Endamê KCD’ê Fatîh Şahîn ê di çalakiya greva birçîbûnê de, diyar kir ku berî her tiştî girtina Guven ne hiqûqiye û wiha axivî: “Dengdêrên Guvên vê yekê qebûl nakin. Li holê girtinek bê maf heye. Ev girtin di heman demê de li dijî tevahiya jinane. Bi vê zilmê li gelê Kurd dikin. Em vê baş dibînin. Li dijî vê yekê me jî dest bi çalakiya greva birçîbûnê ya du rojan kir. Em dixwazin girtiyên siyasî bên berdan. Ev greva paperînê ye. Em hêvî dikin ev raperîna me bi ser bikeve.” Metîn Sogut jî, da zanîn ku berî her tiştî dixwazin tecrîta li ser Ocalan bê rakirin û wiha bilêv kir: “Em dixwazin zilm û tecrîta li ser Ocalan û gelê Kurd bên bi dawî kirin. Ev çalakiya em ye dest pê kê ye, emê dewama wê jî bînin.”   Seyfettîn Bozkurt ê di grevê de jî, anî ziman ku ew piştgiriyê didin çalakiya greva birçîbûnê ya Guven û wiha got: “Heya  tecrît li ser hemû girtiyên siyasî bê rakirin, emê li ber xwe dibin.”   'PIŞTGIRIYA ME DÊ BERDEWAM BIKE'   Hevseroka HDP’ê ya Payîzava Sînem Maral jî, det nîşan kir ku ewê tim xwedî daxwazên Guven derbikevin û dê piştgiriya wan berdewam bike.    Bazî Bor jî, bal kişand ser çalakiya greva bîrçîbûnê ya Guven û wiha axivî: “Em tecrîta li ser Birêz Ocalan û girtiyên siyasî şermezar dikin. Piştgiriya me dê tenê bi vê çalakiyê re sînordar nemîne û emê çalakiyên xwe berdewam bikin.”    'DAXWAZÊN GUVEN DOXWAZÊN ME NE'   Hevseroka Artemêtê Rojbîn Sevîl Çetîn jî, wiha got: “Leyal Guven mafdare û divê tecrît bê rakirin. Heya çalakiya Guven bi encam bibe emê çalakiya xwe berdewam bikin. Ji bo vê çi bikeve ser milê me emê bikin.”   Endamê KCD’ê Saît Karabiyik jî, da zanîn ku tecrît sûcê mirovaniyê ye û ev tişt gotin: “Tecrît kirin sûce. Li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi salane tecrît heye. Berî her tiştî em tecrîtê şermezar dikin. Ji bo rakirina tecrîtê Guven dest bi çalakiyê kir. Me jî xwest em piştgiriyê bidin vê çalakiyê.”