Li aqûbeta ferdên malbata Dîrîl hat pirsîn 2018-11-17 14:39:47   ÎZMÎR – Parêzvanê mafê mirovan li Îzmîrê li aqûbeta İlyas Dîrîl (12) û Zekî Dîrîl (16) ên pismamê hev di 1994’an de hatin windakirin û carek din agahî ji wan nehat girtin pirsîn.    Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Îzmîrê bi dirûşma “Bila winda bên dîtin û kiryar bên darizandin” di hefteya 456’emîn de li ber Avahiya Serokwezîriyê ya li navçeya Konakê çalakiya xwe dewam kir. Parêzvanê mafê mirovan li Îzmîrê li aqûbeta İlyas Dîrîl (12) û Zekî Dîrîl (16) ên pismamê hev di 14’ê Gulana 1994’an de dema ji Stenbolê diçûn Şirnexê hatin windakirin û carek din agahî ji wan nehat girtin pirsîn.    ‘ÊRÎŞA LI DIJÎ MAFÊ MIROVAN E’    Rêveberên HDP, Dayikên Aştiyê û nûnerên rêxistinên civakî yên sivîl piştevanî dan çalakiyê. Rêveberê Şaxa ÎHD’ê Caner Canli daxuyanî da. Canli diyar kir ku mafê jiyanê mafê herî girîng ê zarok û mirovan e. Canli got li gorî daneyên ÎHD’ê li Tirkiyeyê 27 zarok di serdema di binçavan de windakirin hatine kuştin û windakirin. Canli got êrîşa herî dijwar a li dijî mafê mirovan di binçavan de mirovan winda kirin e.    AGAHÎ HÊJ NEHATIYE GIRTIN    Canli anî ziman ku ferdên malbata Dîrîl di salên 90’î de ji gundê Keldaniyan ê Mehrî ya Şirnexê ji ber şewitandina gundê xwe neçar man koçî Stenbolê bibin û du ferdên malbatê jî bi di binçavan de tên windakirin. Canli behsa çîroka windabûna İlyas Dîrîl (12) û Zekî Dîrîl (16) ên pismamê hev di 14’ê Gulana 1994’an de dema ji Stenbolê diçûn Şirnexê hatin windakirin û carek din agahî ji wan nehat girtin kir û li aqûbeta wan pirsî. Canli da zanîn kul i gorî şahidê bûyerê qala bûyerê kiriye îşkenceyek giran li her du zarokan jî hatiye kirin û Wezareta Dadê destûra destpêkirina lêpirsîne nedaye.    Canli destnîşan kir ku doza hat vekirin tu encamê ji hiqûqî hundirîn negirt û malbatê serî li DMME’yê da û Tirkiye hat mehkûmkirin. Canli xwest winda bên dîtin û kiryar bên darizandin.