‘Em pol pere naxwazin, em tenê parçeyek hestiyên xwe dixwazin’ 2018-11-17 14:22:21   STENBOL - Dayikên Şemiyê di hefteya 712’emîn de, li aqûbeta Nîhat Aydogan ê 24 salin serwindaye pirsîn. Hevjînê Nîhat Aydogan Halîme Aydogan, got “Em ji we pol pere naxwazin, tem ji we tenê parçeyek testiyên xwe dixwazin.”   Dayikên Şemiyê di çalakiya hefteya 712'emîn de xwestin li Qada Galatasarayê çalakiyê pêk bînin, lê dîsa rastî astengiya polîsan hatin. Dayikên Şemiyê yên li ber Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Stenbolê kom bûn, ji aliyê polîsan ve hatin dorpêçkirin. Dayikên Şemiyê li ser vê yekê, daxuyaniya xwe ya heftê li ber avahiya Şaxa ÎHD’ê dan. Dayikan wêneyên windakiriyan û qurnefîl kirin destê xwe.    Dayikên ku tîşortên li ser wêneyên windahiyan hebûn li xwe kirin, aqûbeta Nîhat Aydogan ê berî 24 salan li gundê Dogançay a navçeya Mîdyata Mêrdînê hat binçavkirin û çarek din agahî jê nehat girtin pirsîn. Daxuyaniya vê heftê xwişka Hasan Ocak Masîde Ocak da û wiha got: “Ji ber ku li Tirkiyeyê demokrastî, mafê mirovan û azadî tuneye, Dayîkên Şemiyê hene.”    ‘EMÊ BÊDENG NEBIN Û DEST JÊ BERNEDIN’   Ocak, diyar kir ku desthilatdariya siyasî ji bo dengê wan qût bike, wan asteng dike û wiha axivî: “Ev înkar, înkara mirovahiyê ye. Bila neyê ji bîr kirin ku mirovek hemû mirovahiyeye. Çend sal derbas bibin bila bibin, heya em windahiyên xwe nebînin, em wan bi destên xwe defin nekin, hesap ji darazê nepirsin û faîl neyên ceza kirin, emê dest ji têkoşîna xwe bernedin. Têkoşîna me têkoşîna mirovahiyê ye. Emê bêdeng nebin û emê dest jê bernedin.”   ÇÎROKA NÎHAT AYDOGAN VEGOTIN    Ocak, çîroka jiyana Nîhat Aydogan ê berî 24 salan dibin çavan de hat windakirin wiha vegot: “Bavê 4 zarokan Nîhat Aydogan 39 salî bû. Li gundê Dogançay ê Midyadê dijiya. Ji ber ku nexwest bibe cedevan, rastî zextan hat. Li gund tim bi ser mala wî de dihat girtin. Aydogan dihat binçavkirin û rastî îşkenceyên giran dihat. Gelek ekîbên taybet, leşker û cerdevan di saet 05.00’ê sibê yê 30’ê Mijdara 1994’an bi ser mala Aydogan de digirin û bi qontaxê lêdidin. Dest û çavên Aydogan girê didin û nava xwînê de wî dibin Qereqola Cendirmeyan a Midyadê. Dûre wî ji vir dibin Fermandariya Navenda Cendirmeyan a Mêrdînê. Piştre jî bi tu awayî agahî ji Nîhat Aydogan nayê girtin. Ligel hemû, serlêdan, lêpirsîn û hewldanên malbatê aqûbata Nîhat Aydogan hîna jî ne diyare. Heya ku daxwazên me yên edalet û heqîqê pêk bên emê li windahiyên xwe bigirin û emê dîsan ji bo wan li Qada Galatasarayê kom bibin.”   HEVJÎNÊ AYDOGAN: EM TENÊ PARÇEYEK HESTÎ DIXWAZIN     Piştî Ocak hevjîna Nîhat Aydogan Halîme Aydogan axivî û wiha got: “24 salin li aqûbeta hevjînê xwe digerim. Çi dibe bila bibe, ez lê bigerim. Heya ez bimirim ezê lêbigerim.  Em pir tiştekê zêde naxwazin. Em tenê perçeyek hestî dixwazin. Erdogan dibêj ‘Di serdema min de çênebûye.’ Raste, di serdema te de çênebû, lê hemû ewraq di destên tedene. Em wisan vale nayê vê derê û dengê xwe bilind nakin. Windahiyekê her kesekê  heye. Em ji bo keyfa xwe nayên vê derê. Hevjînê min serwinda kirin û ez li wî digerim. Em ji we pol pere naxwazin. Em tenê parçeyek hestiyê xwe dixwazin.”   DAYIKA TEPE: EM EDALETÊ DIXWAZIN    Dayika nûçegihanê Rojnameya Ozgur Gundemê Ferhat Tepe Zubeyde Tepe jî, diyar kir ku ew edaletê dixwazin û wiha got: “Em dixwazin qatil bên darizandin. Kurê min berî 25 salan hat windakirin û me cenazeyê wî di Gula Hazarê de dît. Ne tenê 25 sal, hezar sal jî derbas bibin emê têkoşîna û lêgerîna xwe ya ji bo dîtina kujeran berdewam bikin. Ez ji vir bang li Erdogan û Emîn Erdogan dikim. Gelo qet zarok û neviyên we hatin serwindakirin? Ji ber ku bûyerek wiha nehatiye serê we. Ne mimkûne hûn me fêm bikin. Em edaletê dixwazin.”   Piştî daxuyaniyê, çalakiya bêdengbûnê hat lidarxistin û dûre çalakî bi dawî bû.