Serlêdana malbatan a Îmraliyê hat redkirin 2018-11-17 12:15:58 STENBOL - Serdozgeriya Komarê yê Bursayê daxwaza serlêdana hevdîtina malbata Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û malbatên sê girtiyên din ên li Îmraliyê red kir Xwişk, bira û vasiyê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, Fatma Ocalan, Mehmet Ocalan û Mazlum Dînç ji bo bi Ocalan re hevdîtin bikin, bi riya parêzeran serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê dan. Lê serdozgeriyê daxwaza malbatan red kir.   Birayê Hamîlî Yildirim, Polat Yildirim, birayê Omer Hayri Konar, Alî Konar û xwişka Veysel Aktaş, Sabîha Aslan jî bi boneya hevdîtinê bi riya parêzeran serî li dozgeriyê dan. Heman dozgeriyê daxwaza her sê malbatan jî red kir.   Serdozgeriya Komarê ya Bursayê, bi hinceta “Sînordarkirina mafên hikûmxaran” daxwaza malbatan red kir. Serdozgeriyê ji 11’ê îlona 2016’an û vir ve serlêdana malbatan red dike.