Greva birçîbûnê li Colemêrgê dest pê kir 2018-11-17 10:59:08   COLEMÊRG- Rêxistinên HDP'ê û DBP'ê yên navend û navçeyên Colemêrgê bi tevlîbûna Parlementerên HDP`ê, ji bo piştevaniya çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem a Hevseroka KCD û parlamentera Colemêrgê Leyla Guven dest bi greva birçîbûnê ya 2 rojan kirin.   Parlementera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Gûven ji bo ku balê bikişîne ser tecrîta li ser Rêberê PKK`ê Abdullah Ocalan di 7'ê Mijdarê de dest bi greva birçîbûnê ya bêdem kir. Greva birçîbûnê ya Guven di roja xwe ya 11`emîn de berdewam dike. Ji bo ku piştgriyê bidin çalakiya Leyla Gûven  bi tevlîbûna parlementera HDP`ê ya Şirnexê Nuran Îmîr, parlementerê Colemêrgê Saît Dede, rêxistinên HDP û DBP'ê yên navend û navçeyên Colemêrgê  bi daxuyaniyekê li avahiya DBP`ê dest bi greva birçîbûnê ya 2 rojan kirin.    Daxuyanî ji aliyê parlementerê HDP`ê yê Şirnexê Saît Dede ve hat xwendin û  bal kişand ser tecrîda li ser Rêberê PKK`ê Abdullah Ocalan. Di berdewamiya daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Leyla Gûven  di nava çar diwaran de bûye dengê gel. Çalakiya ku Leyla Gûven daye destpêkirin, daxwaza gelê Colemêrgê ye. Daxwaza gel a sereke şikandina tecrîtê ye. Leyla Gûven li ser navê gelê xwe, gaveke girîng avêt. Em wekî gelê Colemêrgê  piştgiryê didin daxwazên Leyla Gûven. Divê daxwazên Gûven bên qebûl kirin û tecrît bi lez bê rakirin.”   'GÛVEN BI VÊ ÇALAKIYÊ GEL VEXWENDIYE TÊKOŞÎNÊ'   Piştî axaftina Dede, Parlementera HDP`ê ya Şirnexê Nuran Îmîr jî axivî û wiha bilêv kir: "Em ê  li dijî tecrîdê heta dawiyê têbikoşin. Tecrît li dijî ziman, çand û nirxên helê Kurd hatiye destpêkirin. Armanc tunekirina van rêbazen e. Çalakiya ku Leyla Gûven da destpêkirin çalakiyeke pir birûmet û pîroz e. Em sekna wê û cenga wê pîroz dikin. Çalakiya Gûven li dijî komkujiyan, girtin û kuştinan rexneyeke mezin e. Gûven bi vê çalakiyê me vedixwîne têkoşînê. Çalakiya ku hat destpêkirin xwedî derketina wê ji me re esas e. Em bang li  hemû gelê xwe yê birûmet  dikin ku tevlî çalakiya me bibin. Em ê bi têkoşîna xwe vê hişmendiyê têk bibîn. Bijî berxwedana gelê me.”   Piştî daxuyanîyê greva birçîbûnê hat destpêkirin. Çalakî dê 2 rojan  berdewam bike.