Mamoste ji sûcdariya tacîza zayendî hat girtin 2018-11-17 10:09:23   ÎDIR – M.Î. yê li Îdirê mamostediyê dike, li ser giliyê 4 xwendekarên pola 4'emîn ên dibistana seretayî bi sucdariya "tacîza zayendî" hat girtin.    Mamoste M.Î. yê Dibistana Seretayî ya Şehit Ogretmen Şevki Akgun perwerde dide zarokan, li ser giliyê 4 xwendekarên pola 4'an a îstîsmar û tacîza zayendî hat girtin. 4 xwendekarên jin, ku rastî tacîza mamoste hatin gilî kirin. Li ser giliyê 4 xwendekarên jin, der barê  mamoste M.Î de lêpirsîn hat destpêkirin. M.Î, ku hat binçavkirin, piştî lêprisînê sewqî dadgehê kirin û heyeta dadgehê bi sucdariya "Tacîza zayendî kiriye" M.Î. şand girtîgehê.