16 karker mirin, lê bersûc nehatin girtin 2018-11-17 09:27:34 SÊRT - 2 sal di ser kuştina 16 karkerên Kana Madenê ya Şêrwana Sêrtê re derbas bûn, lê hêj berpirsê kuştina karkeran nehatin cezakirin û kes nehatiye girtin. Sozên ku dewletê ji bo malbatan dabûn jî pêk nehatine.    Li navçeya Şêrwanê ya Sêrtê di 18'ê Mijdara 2016'an de kana madenê ya Cîner Holdîngê rûxiya bû û tê de 16 karkeran jiyana xwe ji dest dabûn. Piştî bûyerê lêpirsîn hat destpêkirin û 7 kes jê girtî der barê 11 kesan de doz hat kirin. Piştî bûyerê kana madenê jî bi 715 milyon û 923 lîreyan firotin Cengîz Holdîngê. Piştî vê 400 karker ji kar hatin derxistin. Lê belê di 18'ê Gulana 2017'an de Dadgeha Cezayê Giran a 2'yan a Sêrtê de di danişîna ewil de 7 kesên girtî berda. Piştî vê hat îdiakirin ku ji bo malbata dev ji giliya xwe berdin ji bo her malbatê 100 hezar lîre pere hatiye pêşniyazkirin. Her wiha rayedarên hikûmetê ji bo malbatên zarokên wan mirin jî gelek soz dan, lê belê ji sozên hatin dayîn bi cih neanîn. Ji bo hin malbatan hezar lîre meaş hat dayîn. Kesên niha di heman ocaxê de dixebitin jî diyar kirin ku hîn jî şert û mercên xebatê nehatine guheran û ji ber wekî din karekî tê de bixebitin tune ye, ji mecbûrî vî karî dikin.    'TEVDÎR TUNE BÛN'   Salîh Bûlût, bavê Sedat Bûlût ê 19 salî ê di bûyera kana madenê di mir, wexta kana madenê dewrî Cengîz Holdîngê hat kirin ji kar hat derxistin. Bûlût bilêv kir ku roja bûyer qewimî ew ne li kar bûye û got: "Ger wê rojê ne bidestûr bûma, belkî ez jî wekî kurê xwe bimirama. Wexta me bihîst me got qey tiştekî biçûk qewimiye, lê paşê me bi çavê xwe karesata qewimî dît." Bûlût, destnîşan kir ku piştî bûyerê ji bo rizgarkirina karkeran liv û tevger rû dane, lê belê xebatên hatin kirin ne xebatên bi rêk û pêk bûne û got: "Diviya tevdîr bihatana girtin. Li kana mandenê ji bo pereyekî zêde bi dest bixin karker b tevdîr didan xebitandin. Dihat kontrolkirin, nedihat kontrolkirin em jî nizanin. Tenê ji me re digotin zêde bixebitin."    'SOZÊ XWE B CIH NEANÎN'    Bûlût, piştî bûyerê Wezîrê Enerjiyê Berat Albayrak û Emîne Erdogan serdana wan kiriye û hin soz dane wan. Bûlût got: "Wê çaxê gotin ew ê meaş û xanî bidin malbatan. Lê sozek xwe jî bi cih neanîn."    Şemsettîn Tekîn, bavê Îsmaîl Tekînê 24 sal î yê di bûyera kana madenê de mir, destnîşan kir ku kurê wî bûye qurbanê qezenca zêde. Tekîn got: "Ya li zora me diçe, kurê me ji ber îhmalkariyê mir. Îhmalkarî hebû, sedema vê îhmalkariyê jî qezenca zêde bû. Ji bo zêde maden bê derxistin mesaî zêde dikirin. Kurê min jî di nav de gelek kes meaşê kêmtirînd istendin, lê 400-500 lîre jî bi dest didan wan. Ev tişta derî qeydê îhmalkarî ye." Tekîn, diyar kir ku niha jî heman şert û merc didomin.