Asli Kaya: Çenteyê xwe yê ji bo girtîgehê jî amade kiribû 2018-11-17 09:26:44 WAN – Di ser girtina Hevşaredarê Wanê Bekir Kaya re 2 sal derbas bûn. Asli Kaya, anî ziman ku hevjînê wê dizanibû wê bê girtin û ji ber vê ji berê de çenteyê xwe amade kiribû.  Di 17'ê Mijdara 2016'an de polîsan avêt ser mala Hevşaredarê Wanê Bekir Kaya, lê belê di avêtina ser malê de Kaya ne li malê bû. Lê belê Kaya ji ber tiştên din neqewimin çû şaredariyê û li wir tev li lêgerînê bû. Piştî lêgerîna li şaredariyê Kaya hat binçavkirin û di heman rojê de hat girtin û ew birin Girtîgeha Sîlîvriyeyê. Dadgehê bi îdiayên "beşdarbûna civînên derqanûnî", "gefxwarina li ser navê rêxistinên sûcdar" û " alîkariya rêxistinê" 8 sal û 3 meh û ji ber "Doza Sereke ya KCK'ê" jî 8 sal û 9 meh ceza li Kaya birî. Hevjina Kaya Aslı Kaya behsa pêvajoya girtina kaya kir.    ÇENTEYÊ WÎ AMADE BÛ    Asli Kaya, destnîşan kir ku wê çaxê wan diznibû wê hevjînê wê bê girtin û got: "Me dizanibû encam çi dibe bila bibe ew ê bimîne. Berî bê girtin bi rojekê ji min re got 'madem em bûn talibê evan qoltixan, divê em bedêla wan jî bidin. Ne ji bo malbatê, lê ez xwe ji bo civakê berpirsiyar hîs dikim. Ez ê vî gelî bi tenê nehêlim û neçim.'"    Kaya, anî ziman ku wê çaxê beriya bê girtin, çenteyê hevjînê xwe amade kiribû.    Kaya, bi bîr xist ku di 17'ê Mijdarê de danê sibehê polîsan avêtiye ser mala wan û got: "Min ji Bekir re got, polîsan avêtiye ser malê. Wê jî got ew ê biçe şaredariyê. Min jê re got 'neçe', lê belê wî got 'avêtine ser şaredariyê, divê ez li wir bim' û çû şaredariyê. Jixwe piştî lêgerîna li şaredariyê hat binçavkirin. Wexta wî dianîn dadgehê, min dixwest wî bibînim lê nedihiştin. Lê piştî biryara girtina wî dan, li ser piya me hevdu dît. Bekir ji min re got, Deniz û Rojar (zarokên wan) emanetî te ne. Ka çi bikim, jixwe me herduyan jî dizanibû wê rewş ev be.'"    DI 2 SALAN DE TENÊ 15 DEQÎQEYAN KURÊ XWE DÎTIYE    Wexta Bekir Kaya hat girtin, hevjîna wî 7 mehî (ducanî) bû, loma ji ber vê demeke dirêj nikaribû biçe cem hevjînê xwe. Asli Kaya got: "Bekir di 2 salan de tenê 15 deqîqeyan kurê xwe yê nû çêbû dît. Min jî 60 wêneyên Denîz jê re şandin. Belê ew Denîz nabîne, lê di wêneyan de dibîne ka Denîz çawa mezin dibe. Lê rêveberiya girtîgehê xwestiye ji wan wêneyan 10 heban hilbijêre û tenê 10 heb dane wî."    Kaya, diyar kir ku wan dizanibû wê der barê hevjînê wê Kaya de biryareke hiqûqî neyê dayîn. Kaya got: "Min dizanibû wê Bekir bernedin, lê dîsa jî carinan hêvîdar dibûm belkî li gor hiqûqê tev bigerin. Te ji kê dipirsî, digotin wê bi vê dosyeyê ceza neyê birîn û herkes li benda berdana wî bû. Lê wexta Bekir girtî bû, dadgehê dîsa biryara girtina wî da. Nizanim ev feraseteke çawa ye, der barê kesekî girtî de dîsa biryara girtinê tê dayîn. Endamên dadgehê ên biryarên bi vî rengî didin wê çawa texrîbatên bûne sedema wan veguherînin rewşeke asayî? Carinan behsa hiqûqa dijminahiyê tê kirin, lê ez vê qebûl nakim. Ma hiqûq heye ku hiqûqa dijminahiyê hebe..."   'CARINAN MIN JI XWE DIPIRSÎ 'MA MIROVEK ÇAWA DIBE KU EVQAS RASTGO BE''    Asli Kaya, bal kişand ser helwesta hevjînê xwe ya di danişînan de jî. Kaya got: "Bekir Kaya di heyata xwe de dirûşme berz nekirine, rastî çi be wê dibêje. Ger tiştek hebe, dawiya wê çi dibe bila bibe dev ji wê bernade. Wexta min ewil Bekir nas kir, min ji xwe dipirsî 'ma çawa dibe mirovek ev qas rast go be'. Tiştên li dadgehê gotin, pûxteya jiyana wî ne."    Kaya, gotinên hevjînê xwe yê di danişîna dawîn de gotin jî bi bîr xist ku gotibû 'dibe malbata min mexdûr bibe, lê wê girtina me ji bo gelê me veguhere destekeftiyan' û got: "Em heta dawiyê li pişta vê gotina Bekir Kaya ne."    'JI BO SERKETINEKE MEZIN BERXWEDAN DIVÊ'    Kaya, anî ziman ku li bajêr kesên wê dibînin li Bekir Kaya dipirsin û got: "Ev sekna wî rêza ji bo wî zêdetir dike. Em jî rêzê nîşanî vê sekn û helwesta wî ya ji bo gelê wî didin û pê serbilind in. Bekir Kaya ne kesekî gilîker bû û xwe nediqedand. Tu carî ji bo hin kes jê re li çepikan bidin tiştek nedigot û nedikir. Wekî Bekir Kaya jî gotî 'Em ê bi ser bikevin û wê her tişt xweştir bibe.' Lê ji bo vê jî berxwedan divê. Bawer dikim wê her tişt xweştir bibe."    MA / Adnan Bilen