Li girtîgehê bûkokên potik jî qedexe ye 2018-11-17 09:03:22 STENBOL - Hacîce Başkalane bi kurê xwe yê 3 salî Siyabend re di girtîgehê de ye. Başkalane diyar kir ku gardiyanan dest daniye ser bûkokên potikî ya kurê wê û got: "Xwedêgravî zarok siberoja Tirkiyeyê ne. Lê belê derûniya zarokên li hundir û hem jî yên li derve xera bûye."  Hacîce Başkalane li Girtîgeha Jinan a Bakirkoya Stenbolê girtî ye. Hevjînê wê jî girtî ye. Dayika wê nexweşîna giran a tumorê ye. Hacîce Başkalane neçar e ku kurê xwe yê 3 salî di şertên hepsê de mezin bike. Başkalane e bi rêya parêzerê xwe namekeyek şand û bal kişand ser têkildarî rewşa xwe ya bi kurê xwe re di hepsê de.    Başkalane ragihand ku şertên girtîgehê bandorek neyînî li ser kurê wê dike û got: "Pirsgirêkên Siyabend hene. Ez nikarim wî baş li vir xwedî bikim. Goşt di pozê wî de heye û alerjiya wî li hember mû heye. Li hepsê hewa sitendin têr nake. Ji ber bataniye bi mû ne bi zorê nefes distîne. Bijîşkê revîrê got 'Divê Siyabend sewqî nexweşxaneyê bê kirin' lê hêj sewq nekirine. Hestiyên wî têr nayên xwedîkirin. Xwarina em dixwazin nayê. Ji sê rojan carek hêk didin. Di hefteyekê de pakêtek biskuvî û paketek potê zarokan didin. Ji ber şîr xerabûyî tê em nikarin şîr jî bidinê."    ‘ZAROKÊN DIÇIN KREŞÊ ALA TIRK DIDIN DESTÊ WAN'    Başkalane sewqkirina 15 jinan di 8'ê mijdarê de ya ji Girtîgeha Bakirkoyê şandin Girtîgeha Bunyanê bibîr xist û wiha domand: "Sirgûnkirina hevalên me bandorek neyînî li ser Siyabend dike. Hevalên sirgûn kirin ji nêz ve bi Siyabend re eleqedar dibûn. Siyabend her tim li wan dipirse. Dema gardiyan tên nabêjin zarok li vir hene tevdigerin, qîr dikin û bang dikin. Jinan ji cilên kevn bûkokek çêkiribûn. Gardiyan bûkoka wî jê sitend. Li hepsê kreş heye, lê saetên diyar dikare biçe. Girtiyên adlî li zarokên wir dinêrin. Ala Tirk didin destên zarokên diçin kreşê. Peywîrdar bi zarokên girtiyên edlî re eleqedar dibin. Kes bi Siyabend re eleqedar nabe. Ji ber vê yekê naxwazim wî bişînim kreşê. Siyabend pir kesek meraqa wî heye û her  tim dipirse. Bi gardiyanan re diaxive. Carna ji wan re dibêje 'êvarbaş.' Lê bersiva wî nadinê. Dema midûr diqîre, Siyabend dibêje 'bihewe' û wî hişyar dike."    ‘XWEDÊGRAVÎ ZAROKÊN ME SIBEROJA TIRKIYEYÊ NE...'    Başkalane anî ziman ku dema ew diçe danişînê kurê xwe li hepsê dihêle û diçe û got: "Ez naxwazim Siyabend maşîneya rîngê bibîne. Dema ez diçim ew jî qey dibêje min dev ji wî berdaye. Ketiye bin tesîra derûniyek wiha. Ez beriya her tiştî dayikek im. Xwedîgravê zarok siberoja Tirkiyeyê ne. Lê belê derûniya zarokên li hundir û hem jî yên li derve xera bûye."    'RÊZIK LI GORÎ GARDIYANAN DIGUHERE'    Başkalane bal kişand ser pirsgirêkên giştî yên girtîgehê jî û got: "Muamelay kêfî li vir pirr e. Her gardiyanek li gorî kêfa xwe tevdigere û rêzikan pêk tîne. Ez û hevjînê xwe nameyan ji hev re dişînin. Lê nameyan gelek dereng didin. Nameya ewil piştî 3 meha gihîşt destê min. Dema sewqa nexweşxaneyê derdixin piştî 6 mehan me dibin. Dema me dibin nexweşxaneyê jî bi kelepçeyê dibin. Bi kelepçekirî me derman dikin. Xwarinên li hepsê nayên xwarin. Li qawîşê semawerek heye lê meheke xera bûye. Em semawerek nû dixwazin lê nadin me. Radyoyên me ji kîsî xwe kirîbûn dest danîn ser. Dema lêgerînên pêk tînin dest datînin ser pirtûk, lênûskên me. Ji ber nasnameya me ya kurdbûnê cezakirinê didin me. Em li benda nêzîkatiyek bi adil û wîjdanî ne."    MA / Melike Ceyhan