Li Colemêrgê careke din jî 30 herêm hatin qedexekirin 2018-11-16 21:12:18   COLEMÊRG - Walîtiya Colemêrgê, li 30 herêmên navenda bajêr û navçeyên wê qedexe îlan kir.    Li Colemêrgê û navçeyên wê 30 herêm heta 15 rojan bi hinceta "ewlehiyê" careke din wekî "herêma ewlehiya taybet" hatin îlankirin. Walîtiyê di daxuyandiya xwe de diyar kir ku girêdayî navenda Colemêrgê û navçeyên wê Şemzînan, Çelê û Geverê 30 herêm ji 20'ê Mijdarê heta 4'ê Kanûna 2018'an hatine qedexekirin.