'Dewlet bi girtina saziyên çapemeniya kurd negihaşt armanca xwe' 2017-10-28 09:05:15 STENBOL –Di ser girtina saziyên çapemeniya kurd ên bi KHK'yan hatin girtin re salek derbas bû. Gerînendeyê Weşana Giştî yê Rojnameya Ozgur Gundemê Zana Kaya, diyar kir ku dewlet negihaştiye armanca xwe. Nûçegihana JINHA ya bi KHK'ê hat girtin Bêrîtan Canozer jî wiha got: "Hîn jî em bi deng û rengê jinê li qada ne û em ê tim lê bin."  Rojnameya Ozgur Gundemê, Azadiya Welat, Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê (DÎHA), Ajansa Nûçeyan a Jinê (JINHA) û gelek saziyên çapemeniyê yên kurdan di 29'ê Cotmeha 2016'an de bi Biryarnameyên di Hikmê Qanûnan de (KHK) ên jimare 675 û 676'an hatin girtin. Bi girtinê re deriyê saziyan hatin mohrkirin û her wiha amûrên gelekan jê jî hatin desteserkirin. Gerînendeyê Weşana Giştî yê Rojnameya Ozgur Gundemê (ku bi KHK'ê hat girtin) Zana Kaya anî ziman ku dema rojname hat girtin ew di girtîgehê de bû, lê belê bi girtina Ozgur Gundemê re hikûmetê encam negirtiye.    Kaya, bi bîr xist ku berê weşana rojnameya wan bin hinceta derî makeqanûnê ye hat rawestandin û paşê ew jî di nav de gelek xebatkarên wan hatine girtin. Kaya, got ku paşê jî îktîdarê kirasek ji vê rewşa derqanûnî re dît û bi KHK'yan rojname girt. Kaya, anî ziman ku li Tirkiyeyê feraseteke ku naxwaze rastiyan bibîne heye û wiha domand: "Hikûmet û îktîdar îmze davêtin biniya gelek binpêkirinên mafan, zilm û çewisandinan. Hem li Kurdistanê hem jî li rojavayê Tirkiyeyê OHAL'ê wek hincet nîşan dan û dest bi pêvajoyeke çewisîner kirin. Li hemberî vê rewş tenê çapemeniya zad hebû û sûcên dihatin kirin qeyd dikir. Ji ber vê bi ser çapemeniya kurdan de çûn. Di heman demê de wek perçeyeke konsepta çewisîner a li erdnîgariya Kurdistanê û li ser gel, saziyên çapemeniya azad hatin girtin."    Kaya dest nîşan kir ku çapemeniya azad ji salên 1990'î ve xwedî tecrûbe û vînekê ye. Kaya got ku nivîskar, belavkar û nûçegihanên wê hatine qetilkirin, lê belê di hemû pêvajoyan de jî tev geriyaye. Kaya, dest nîşan kir ku dewletê bi zext û zoriyên xwe yên li ser çapemeniya kurdan encam wernegirtine û wiha got: "Helbet desteserkirina amûrên wê, tengasî ye. Lê tevî vê jî tim li ser piya ye. Ji bo nûçeyan ragihînin gel wênekêşa wan, pênûs û kaxeza wan bes e. Me mînaka vê ya herî balkêş di Newroza Amedê de dît. Kemal Kurkut li ber çavên her kesî hat qetilkirin. Çapemeniya azad ev yek kare bi kare zevt kir. Bes tenê bila îrade hebe." Kaya got ku ew perçeyek ji çapemeniya azad in û çi dibe bila bibe ew ê çapemeniya azad bidomînin.    ‘EM HENE, EM Ê TIM HEBIN'    Nûçegihana JINHA'yê (ku bi KHK'ê hat girtin) Berîtan Canozer, diyar kir ku ji bo bibe dengê jinên ku dengê wan nayê bihîstin, ji aliyê mêr û pergalê ve hatine kolekirin JINHA hatibû avakirin. Canozer diyar kir ku JINHA tim li cem jinê bû û bi zimanê jinê nûçe çê kirin. Canozer, diyar kir ku hemû xebatkarên JINHA'yê jin bûn, bi reng û dengê jinê nûçe çê dikirin. Canozer got ku berî JINHA bê girtin gelek nûçegihanên wê hatin binçavkirin û girtin, hatin tacizkirin û tehdîtkirin û wiha domand: "Lê belê ev hemû nikaribûn JINHA'yê rawestînin. JINHA li her derî bû. Piştî ajans hat girtin me xebatên xwe li ajans û rojnameyên cuda domandin. Hîn jî em bi deng û rengê jinê li qada ne û em ê tim lê bin."    MA / Muhammet Doğru