KCD: Biryara Walatiya Amedê dij demokratîke 2018-11-16 15:30:41   AMED - KCD’ê diyar kir ku çalakiya greva bîrçîbûnê ya Hevseroka wan Leyla Guven di roja 10’an de berdewam dike û got: “Biryara qedekirina Walîtiya Amedê, pêkanînek dij demokratîke û em vê biryarê şermezar dikin.”   Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) derbarê biryara qedexeya çalakiyan a 15 rojan a Walîtiya Amedê daxuyaniyek nivîskî weşand. KCD’ê di daxuyaniya da de, diyar kir ku çalakiya greva bîrçîbûnê ya bê dem a Hevseroka wan Leyela Guven a bi armanca şermezarkirina tecrîta li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan da dest pêkirin di roja 10’emîn de berdewam dike.    ‘GUVEN BANG LI WÎJDANÊ CIVAKÊ KIR'    KCD’ê di daxuyaniya xwe de ev tişt gotin: “Biryara Walîtiya  Amedê li dijî bikaranîna mafên demokratîk, qanûn û kiryareke antî demokratîk e. Çalakiya Guven a mafdar û rewa dest pê kirî, êdî  bûye malê civaka neteweyî û navneteweyî. Hevseroka me Leyla Guven bi rêya greva birçîbûnê bang li wijdanê civaka neteweyî û navneteweyî kiriye. Em pê bawer in ku raya giştî ya demokratîk wê bersiveke xurt bide vî dengî û wê daxwazên Hevseroka me Leyla Guven weke daxwazên xwe bi dengekî bilind bîne ziman."