Midurê Girtîgehê: Dewlet jî hiqûq jî ez im 2017-10-28 09:03:17 AMED – Girtiyên sewqî Girtîgeha Tîpa L a Panosê ku nû vebûye hatin kirin wiha gotin: “Midurê duyemîn ê girtîgehê Zayîm Çîl fermana zextên li ser girtiyan dide. Midur ji me re dibêje ‘Li vir dewlet jî hiqûq jî ez im'. Hemû çalakiyên me civakî asteng dikin.”   Girtîgeha Tîpa L a Panosê ku nû vebûye bi binpêkirina mafan ket rojevê. Ji bo hejmara vê girtîgehê tije bibe ji gelek girtîgehan girtî sewq kirin. Ji girtîgehên Sêrt, Amed, Rîze û gelek deverên din girtî hatin sewqkirin. Ji Girtîgeha Tîpa D a Amedê beriya du hefteyan 26 girtiyên ji doza PKK’ê girtî ne sewqî Girtîgeha Panosê hatin kirin. Niha li Girtîgeha Panosê 30 jê jin bi tevahî 250 girtî hene.    Ji girtiyên Amedê hatin sewqkirin girtiyê bi navê Omer Akbey (36) yê ku 6 sal e girtiye di hevdîtina vekirî ya bi malbata xwe re li ser navê girtiyan behsa sepandinên li ser girtiyan kir. Girtî Akbey bi riya malbata xwe dest nîşan kir ku dema ew ji Girtîgeha Amedê sewqî Panosê hatine kirin, lêgerîna tazî li ser wan ferz kirine û ji ber ku girtiyan lêgerînê qebûl nekiriye rastî derpkirinê hatine û 2 rojan di hucreyê de hatine ragirtin.    'DEWLET JÎ HIQÛQ JÎ EZ IM'     Akbey bal kişand ser binpêkirinên mafan ên li ser wan pêk tên û wiha got: “Midurê duyemîn ê girtîgehê Zayîm Çîl fermana zextên li ser girtiyan dide. Midur ji me re dibêje ‘Li vir dewlet jî hiqûq jî ez im.’ Ji ber van zextan hemû çalakiyên me yên civakî û mafên me hatine desteserkirin.”    Akbey da zanîn ku di serî de rojname, radyo, pirtûk û gelek pêdiviyên wan ji aliyê îdareya girtîgehê ve hatine astengkirin û wiha dewam kir: “Dixwazin mafên têlefonê ku ji hefteyekê derbixin du hefteyan. Em li dijî vê derketin. Niha vê biryarê rawestandine. Dibe ku demek şûn ve dîsa vê pêkanînê li ser me ferz bikin.”